Helebî berê xwe didin qadên berxwedanê
Bi hezaran mirovên duh ji Helebê hatin Efrînê, ber bi eniya berxwedanê ve diçin.
Bi hezaran mirovên duh ji Helebê hatin Efrînê, ber bi eniya berxwedanê ve diçin.
Bi hezaran kesên duh ji Helebê hatin Efrînê, îro danê sibehê berê xwe dan eniyên berxwedanê ku şer niha lê diqewime.
Jin û zarok jî di nav de Helebî li dijî dagirkeran serdana berxwedêrên li çeperan dikin.
Bi hezaran mirovên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez û gelên din ên li Helebê duh berê xwe dabûn Efrînê û li dijî dagirkeriya Tirk ji bo têkoşînê bang kiribûn.