Hejmara mirovên li kampa Waşokanî gihîşt 10 hezar kesî

Kampa Waşokanî ji bo sivîlên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûn hate avakirin. Hejmara kesên li kampê gihîşt nêzî 10 hezar kesî.

Piştî ku dewleta Tirk a a dagirker tevî komên xwe yên çete di 9'ê Cotmeha 2019'an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, zêdeyî 350 hezar kes neçar man ji cih û warê xwe koç bikin. Sivîlên ji neçarî ji Serêkaniyê, Girê Spî û Til Temirê koç kirin, li dibistanên li bajarên derdorê bi cih bûn. Rêveberiya Xweser ji bo gelê ji ber êrişên dagirkeriyê koç kir kampek li Reqayê (Girê Spî), ye jî li Hesekê (Waşokanî) ava kir.

Kampa Waşokanî bi 12 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Hesekê ye. Nifûsa mirovên li kampê roj bi roj zêde dibe. Ji rêveberên Kampa Waşokanî Stêra Reşik li ser rewşa dawî ya li kampê ji ANF'ê re axivî. Reşik diyar kir ku hejmara mirovên tên kampê bi lez zêde dibe û destnîşan kir ji bo bersiv ji pêwistiyên bingehîn ên welatiyan re bê dayin divê her kes çi ji dest tê bike.

GELEK SERLÊDAN TÊN KIRIN

Stêra Reşik li ser hejmara mirovên li kampê got, "Li kampê li binê 1518 konan 9706 kes (1576 malbat) dimînin. Li binê konê serlêdana giştî ya kampê 247 malbat dimînin. Li kampê 39 sazî kar dikin ku Asayîş, HPC, Heyva Sor a Kurd, Komîteya Tenduristiyê, Meclîsa Kampê, Kongreya Star, Mala Jinê, Ciwan jî di nav de ne. Hejmar roj bi roj zêde dibe. Her ku hejmar zêde dibe pirsgirêk jî çêdibin. Divê çareserî ji vê pirsgirêkê re bê peydakirin. Em xwedî li gelê xwe yê Serêkaniyê derdikevin. Hewl didin konan vedin. Yên ku dixwazin biçin Kampa Newrozê ya li Dêrikê em wan dişînin wê derê. Ji bo hatina kampê gelek serlêdan hene.

Ava ji bo kampê ji herêma Elokê ya li navenda bajarê Hesekê tê peydakirin, ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Piştî ku dagirkeran ava li herêmê birîn, av nayê herêmê. Ev yek jî bû sedem ku il herêmê pirsgirêkên cidî rû bidin."

Li ser zor û zehmetiyên li kampê Stêra got, "Piştî ku çeteyên dewleta Tirk av li ser kampê birîn, pirsgirêka avê rû da. Pirsgirêka avê niha hatiye çareserkirin. Li kampê hîn hin pirsgirêk hene, em hewl didin wan çareser bikin."

BAR LI SER MILÊ RÊVEBERIYA XWESER HATE HIŞTIN

Stêra Reşik diyar kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide bersivê bide pêdiviyên şêniyên Serêkaniyê yên li kampa Waşokanî û got, "Ji bilî Rêveberiya Xweser hin sazî hene ku alîkariyê bi kampê re dikin. Lê belê ew jî herî zêde 15 ji sedî alîkariyê dikin. Pêwîstiya mayî hemû ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê tedarikkirin."

Stêra Reşik got, "Bi navê rêveberiya Kampa Waşokanî em bang li saziyên alîkariyê yên navneteweyî dikin ku bersivê bidin pêwîstiyên koçberan."