Hejmara leşkerên Tirk ên li Idlibê hatin kuştin zêde bûn- NÛ BÛ
Li Idlibê di operasyona hêzên rejîma Sûriyeyê ya ji duh şev û vir ve her diçe hejmar leşkerên Tirk ên hatine kuştin zêdetir dibin.
Li Idlibê di operasyona hêzên rejîma Sûriyeyê ya ji duh şev û vir ve her diçe hejmar leşkerên Tirk ên hatine kuştin zêdetir dibin.
Wezareta Millî ya Tirk ragihand ku 8 leşker hatin kuştin, 1 jê giran 9 leşker birîndar bûne. Çavkaniyeke herêmî ji ANF’ê re ragihand ku hejmara leşkerên Tirk ên li ser çapemeniyê hatiye parvekirin hê zêdetir in.
Çavkaniyên xwecihî anîn ziman ku kuştî û birîndarên dewleta Tirk rakirine nexweşxaneya dewletê ya Hatayê.
Di nava agahiyên hatin parvekirin de hate diyarkirin ku li konvoyeke hatiye dayîn. Li gorî agahiyê berî niha hatibûn parvekirin hatibû ragihandin ku 6 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.