Hejmara kesên li Ezazê di teqînê de mirin bû 19 kes
Li Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, bi wesayiteke bombebarkirî doh êrîşek hatibû kirin. Li gorî bîlançoya dawî herî kêm 19 kes mirin.
Li Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, bi wesayiteke bombebarkirî doh êrîşek hatibû kirin. Li gorî bîlançoya dawî herî kêm 19 kes mirin.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, hejmara kesên ji ber teqîna Yekşemê ya li Ezazê mirin bû 19 kes. Saziya Çavdêriyê diyar kir, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûne.
Li gorî bîlançoya beriya niha, çavkaniyên xwecihî ragihandibûn ku 16 kes mirine. Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê nedaye ser milê xwe.