Heco: Heke Tirkiye êrîş bike wê DAÎŞ dîsa derkeve holê

Hevserokê Komîteya Karên Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Heco got ku heke dewleta Tirk êrîş bike wê kontrola DAÎŞ’îyên girtî dijwar bibe.

Piştî ku DAÎŞ têk çû dewleta Tirk gefên dagirkirinê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kir. Hevserokê Komîteya Karên Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Heco diyar kir ku heke Tirkiye êrîş bike wê îstîkrar û ewlekariya cîhan û herêmê têkeve bin xetereyê.

‘TIRKIYE JI PERGALA NETEWEYA DEMOKRATÎK DITIRSE’

Heco diyar kir ku dewleta Tirk li dijî herêma Rêveberiya Xweser planan ava dike û hewl dide dewleta Osmaniyan vejîne. Heco got ku “Ji ber vê jî gefan li ser herêmê dixwe. Tirkiye îddîa dike ku ax û ewlekariya wê di bin xetereyê de ye lê her kes dizane ku Rêveberiya Xweser li ser sînorên Tirkiyeyê tu mafan bin pê nake. Tekane sedema gefên Tirkiyeyê ev e ku, Tirkiye ji pergala Neteweya Demokratîk ditirse.”

HIŞYARIYA ‘WÊ DAÎŞ WERE SER XWE’

Heco diyar kir ku bi têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê re derbeyeke mezin li hikumeta AKP’ê hate xistin û got ku “Tirkiye yek ji wan welatan e ku piştgiriyê dide terorê. Tirkiye aramiya li Herêma Xweser ji xwe re wekî gefekê dibîne. Bi gefên xwe dixwazin hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê dîsa vejînin. Heke êrîşî herêmê were kirin wê rîska ewlekariyê çêbibe û wê kontrola bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê zehmettir bibe. Ev jî wê bibe sedem ku DAÎŞ were ser xwe. Ev jî wê îstîkrar û ewlekariya li herêmê têxe nav xetereyê.”

Hevserokê Komîteya Karên Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Heco ji bo çareserkirina kêşeyan banga diyalogê kir û bal kişand ser vî tiştî ku heke êrîşek were kirin,ew ê xwe biparêzin.