HAT’ê li Dêra Zorê serçeteyek girt

Hêzên Antî Terorê (HAT) ên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Ezbe ya Dêra Zorê bi operasyonekê serçeteyekî DAÎŞ’ê girt.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da û ragihand ku bi alîkariya hêzên koalîsyona navneteweyî li bajarokê Ezbey a Dêra Zorê Hêzên Antî Terorê (HAT) operasyonek pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonê de serçete di encama kemînekê de hate girtin. Hate diyarkirin ku serçeteyê DAÎŞ’ê berpirsê danîna mayîna ne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku li gel serçete belgeyên rêxistinî jî hatine desteserkirin.

Hate gotin ku serçeteyê hatî girtin li sûcê kirî jî mukur hatiye.