Hanna: DYA dixwaze bi dewleta Tirk gelan bişkîne

Endamê Komeya Çandê ya Sûryanan Hanna  Hanna li dijî biryara DYA'yê ya li ser pêşengên PKK'ê helwest nîşan da û got DYA dixwaze bi dewleta Tirk gelan bişkîne.

Endamê Komeleya Çanda Sûryanan Hanna Hanna li ser biryara DYA'yê ya li ser sê qedroyên pêşeng ên PKK'ê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan helwest nîşan da û got, ev biryar li dijî felsefeya demokrasî, azadî, wekhevî û jiyana hevpar a gelên herêmê hatiye standin.

'RÊVEBERÊN PKK'Ê NÛNERÊN DEMOKRASIYÊ NE'

Hanna diyar kir nêzîktêdayina Amerîkaya ya li dijî PKK'ê û gelê Kurd ne rewşeke nû ye, Ji vê  armanc derxistina tevlîheviyê û pê tê xwestin ku Kurd ji dest biçin. Hanna got mirovên ku kirine hedefê pêşengên şoreşê ne, nûnerên demokrasiyê û guherîna ji bo azadiyê ne.

Hanna bi domdarî got, ''Nêzîktêdayina Amerîkayê ya li  Kurdan û PKK'ê ne rewşeke nû ye. Amerîkayê PKK kiriye nav lîsteya terorê. Bi vê biryara niha jî xuya dike ku siyaseta Amerîkayê ya li bara Kurdan neguheriye.''

'DIXWAZIN ÊŞÊN NÛ BI GELAN BIDIN JIYÎN'

Hanna her wiha diyar kir ev biryar li dijî pradîgmaya 'neteweya demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got bi vê biryarê tê xwestin ku êşên girantir bi gelên Rojhilata Navîn bidin jiyîn û domand, ''Heta niha gelek êş bi gelan dane jiyîn. Sedema vê jî siyaseta sazkar e, êrîşa cîhana Rojava û Tirkiyê ya li ser gelan a di ber berjewendiya wan de ye''.

'DEWLETA TIRK LI SER TALANÊ AVA BÛYE'

Hanna li ser karekterê dewleta Tirk jî got bi kuştina gelên herêmê, bi koçberkirina wan û mêtingeriya li ser wan hatiye avakirin û got, Tirkyie li talana wan gelan de ku bi hezaran sal in li ser van xakan dijiyan û wiha împaratoriya xwe ava kirin û dewleta Tirk ji mêj ve ye tim wiha bûye.

Hanna diyar kir gelên herêmê bi pêşengiya Kurdan li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin dane, berdêlên mezin dane, biryara DYA'yê biryareke balkêş e û got DYA li Sûriyê çareserî û aramiyê naxwaze.

Hanna diyar kir hedefgirtina pêşengên PKK'ê tê maneya hedefgirtina gelê Kurd û got, ''Ev mirovên ku kirin hedefê pêşengên şoreşê ne, nûnerên demokrasî û guherîna ji bo azadiyê ne. Ev biryar ne biryareke jirêzê ye. Fêkiya hevkariya DYA û Tirkiyê ye.''

'LI DIJÎ GELÊN HERÊMÊ KOMPLOYEKE NÛ TÊ DANÎN'

Hanna herî dawî li ser komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got, pê armanc kirin ku pêşî li ramanên Ocalan bigirin û bi vê biryara nû re jî di serî de li dijî Kurrdan, li dijî gelên herêmê komployek tê danîn.

Hanna got, ''Em gelên herêmê, Ereb, Sûryan, Ermen û Kurd di nav şoreşê de me cihê xwe girt û me herêma xwe ji komên çete yên DAÎŞ'ê paqij kir û li dijî wan em li ber xwe didin. Pergala li ser pojeya nû 'Neteweya demokratîk'  ji hêla her kesî ve hatiye qebûlkirin û ji bo hemû gelan ev sûdewar e.''