Operasyona Reqayê: Gundê Hemrat El-Xennam hate rizgarkirin
Şervanên QSD'ê gundê Hemrat El-Xennam ji çeteyan paqij kirin.
Şervanên QSD'ê gundê Hemrat El-Xennam ji çeteyan paqij kirin.
Qonaxa Çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê bi rengekî serketî dewam dike.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku duh ji milê bakur-rojhilatê Reqa ber bi gundê Hemrat El-Xennam ketibûn tevgerê, vê sibehê gund ji çeteyan paqij kirin.
Şervanên QSD'ê li gund dest bi operasyona lêgerîn û paqijkirina mayinan kir. Di van kêliyan de li gundê Hemrat ê nêzî gundê Hemrat El-Xennam şer derketiye. Der barê encamên şerê li Hemrat de agahiyên zelal nehatine bidestxistin.