Jinên Êzidî tevlî Hevpeymana 188'an bûn
Jinên Êzidî beşdarî Hevpeymana 188'an bû ku li dijî qanûna dijminê jinê hate avakirin.
Jinên Êzidî beşdarî Hevpeymana 188'an bû ku li dijî qanûna dijminê jinê hate avakirin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi nameyek piştevanî û beşdariya xwe ya ji bo Hevpeymana 188 diyar kir û da zanîn ku ji bo biserxistina vê peymanê çi bê xwestin ew ê bikin.
Parlamentoya Iraqê di Tebaxa 2024’an de guhertina Zagona Rewşa Kesane xist rojeva xwe û di 21’ê meha Çileyê de hat qebûlkirin. Hevpeymana 188’an ku ji zêdetirî 150 kom û rêxistinên civaka sivîl pêktên, piştî ku ev zagon ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hat qebûlkirin, ragihand ku ewê serî li dadgeha federal a Iraqê bidin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi nameyek beşdariya xwe ji bo hevpeymana 188 diyar kir. TAJÊ da zanîn ku ew piştgiriya xwe ji bo vê doza ku li ser kar dikin, diyar dikin. TAJÊ da zanîn ku ji bo serxistina vê dozê û encamgirtina wê amade ne, çi bê xwestin bike.
Naveroka nameyê wiha ye;
“Di serî de em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê we silav dikin. Têkoşîna ku hûn ji bo jin, zarok û civaka Iraqê dimeşînin em gelek girîng û bi wate dibînin.
Parlamentoya Iraqê di Tebaxa sala 2024’an de guhertina Zagona Rewşa Kesane xist rojeva xwe. Guhertina zagonê de di serî de mafên jin û zarokan, mafên mirovan bi giştî binpê dike. Ev guhertin Iraqê bi paşve dibe. Zewaca zarokek keç a 9 salî û zarokek kur ê 15 salî kuştina zarokatiyê û binpêkirina mafê jiyanê ye. Zewaca zarokek 9 salî ne zewace tecawize. Zihniyeta ku vê guhertinê li ser civakên Iraqê ferz dike heman zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê ye. Herî zêde em jinên Êzidî vê rastiyê dizanin, ji ber ku bi hezaran keç û zarokên me rastî tecawizê hatin.
Li hemberî guhertina Zagona Rewşa Kesane, gelek nerazîbûn çêbûn. Di serî de jinan ji tevahî civakê gelek kesan nerazîbûn nîşan dan. Her wiha saziyên navneteweyî yên mafên jin û zarokan ên cîhanê jî nerazîbûna xwe diyar kirin. Ji bo ku ev guhertin çênebe, di gelek waran de xebat hatin meşandin. Me jî weke jinên Êzidî bi jinên ji hemû parêzgehên Iraqê re nerazîbûn nîşan da. Ruxmî ewqas helwest û nerazîbûnan jî parlamentoya Iraqê guhertina Zagona Rewşa Kesane bi dengdanek ne zagonî qebûl kir. Guhertina zagonê, li dijî zagonê ye. Dûrî zagonên navneteweyî û mafên mirovane. Ji ber vê yekê jî em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi tundî vê zagonê red dikin û qebûl nakin.
Hevpeymana 188 piştî ku ev zagon ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hat qebûlkirin, ragihand ku dê serî li Dadgeha Federal a Iraqê bide. Em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) beşdariya xwe ji bo hevpeymana 188 diyar dikin. Em piştgiriya xwe ji bo vê doza ku hûn li ser kar dikin, diyar dikin. Ji bo serxistina vê dozê û encamgirtina wê, tevgera me TAJÊ amade ye çi ji me bê xwestin em bikin.”