BI DÎMEN

Hevserokê KNK’ê Karamus: Kurd divê bibin yek

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus diyar kir ku Kurd divê li Rojava bibin yek, ji dervey vê ti alternatîfa wan tune ye û got, yekîtî ji bo Kurdan neçarî ye.

AHMET KARAMUS

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus diyar kir ku gelê Kurd û dostên wê êdî bi hêsanî polîtîka û armancên dewleta Tirk dibînin û destnîşan kir ku divê ti kes bi gotinên şerê taybet ên Tirkiyeyê neyê xapandin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus têkildarî nîqaşên yekîtiya neteweyî ya Kurdan û geşedanên dawî yên li herêmê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Kurd ji dema Şoreşa Rojava û vir ve modela rêveberiyeke demokratîk danîne holê ku hemû gelan digire nava xwe. Karamus got, dewleta Tirk hewl dide vê modelê tasfiye bike û îşaret bi bandora dewleta Tirk a li ser HTŞ’ê kir. Karamus got, “Dewleta Tirk naxwaze Kurd di rêveberiyê de cih bigirin, Kurdan red û înkar dike.” Karamus bilêv kir ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên leşkerî û dîplomatîk, li ser nebûna Kurdan seferber kiriye.

ŞERT Û MERCÊN LIV Û TEVGERA BI HEV RE HEYE

Karamus diyar kir ku divê Kurd bi hev re tevbigerin û got, “Yekane alternatîfa Kurdan ew e ku li Rojava bi hev re tevbigerin.” Karamus ku lihevkirina di navbera Kurdan de pêwîstî dibîne, wiha got: “Tenê ENKS’ê rêveberiya heyî qebûl nedikir. Em ji sala 2012’an û vir ve dibêjin, şert û mercên liv û tevgera Kurdan a bi hev re heye.”

HEVDÎTINA KURDAN PIR GIRÎNG E

Karamus bal kişand ser hevdîtina Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û diyar kir ku ev hevdîtin girîng e. Karamus ev yek jî li axaftinên xwe zêde kir: “Ya girîng ew e ku hatine ba hev, hevdîtin kirine û diyalogek pêş xistine.” Karamus diyar kir ku piştî vê hevdîtinê Barzanî beşdarî bernameyeke Şems TV bû ku di wir de ji bo êrîşên dewleta Tirk, hebûna PKK’ê weke hincet nîşan da û bi bîr xist ku beriya PKK were avakirin jî, êrîş li dijî Kurdan hebûn.

ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ

Karamus destnîşan kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî Kurdan, didomîne û ev tişt got: “Kurdan ji xwe re asteng dibîne. Lewma êrîşên xwe zêde dike. Ev êrîş bi armanca qirkirinê tên kirin. Êrîşên li ser Bendava Tişrînê, parçeyekî vê yekê ne. Bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Li Başûr jî wiha ye. Li Bakurê Kurdistanê jî tayînkirina qeyûman, girtin û binçavkirin jî parçeyekî van êrîşan e.”

DIVÊ TI KES BI DEWLETA TIRK NEXAPE

Karamus îşaret bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk a ji bo Iraqê kir û got, dewleta Tirk hîn jî hewl dide dewletên herêmê bike hevparê polîtîkayên xwe. Karamus ev tişt ragihand: “Gelê Kurd û dostên wê, êdî bi hêsanî polîtîka û armancên dewleta Tirk dibînin. Her kes vê yekê dibîne. Her kesê xwedî wijdan, divê li dijî vê sekna Tirkiyeyê helwest nîşan bide û muxalefetê bike. Divê ti kes bi gotinên şerê taybet ên Tirkiyeyê, nexape.”