Greva birçîbûnê ya li Sêwdê di roja 2’an de ye

Greva birçîbûnê ya ku Kurdistanî û dostên wan ku roja Duşemê li pêşiya Parlementoya Swêdê dabûn destpêkirin, di roja 2’emîn de bi coş û kelecan dewam dike.

Çalakvanên ku tevî hewaya sar li konê li pêşiya Qada Mynttorgetê kul i pêşiya avahiya parlemetoyê danine çalakiya xwe dewam dikin, tim axafinên ku êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê û bêdengiya welatên rojava ya li beramberî vê tehşîr dikin, hatin kirin.

Çalakvanan bang li raya giştî ya demokraî rewşenbîr kirin ku êrîşên dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê şermezar bikin û li dijî bêdengiya hikûmetên xwe derkevin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedan Efrînê”, “Kujer Erdogan, Kujer Pûtîn”, “Bijî YPG/YPJ”, “Kujerê zarokan Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Faşîst Erdogan, du rû DYA” hatin qîrkirin.

Hunermendê Kurd Beytocan (Beytocan Gunerlî) yê tevlî greva birçîbûnê bûyî, têkildarû bûyerên li Efrînê ji ANF’ê re axivî.

Beytocan bibîr xist ku hemû destûrên şer hene û got: “Dewleta Tirk ti destûrên şer pêk naîne û mafê navneteweyî li pêş çavê hemû cîhanê binpê dike. Li ser navê Îslamê li Efrînê nirxên gelê Kurd talan dike.

BYETOCAN: DIVÊ HEMÛ HUNERMED PIŞTGIRÎ BIDE BERXWEDANÊ

Beytocan destnîşan kir ku qirkirin tê kirin, hemû nirxên Kurdan tên talankirin û got: “Em Îslamiyet wiha nedizanî. Ev li ser navê Îslamê her cûre qirkirin û qetlîamê dike. Ev çi bikin bila bikin nikare Tevgera Azadiya Kurd tine bike. Wijdana kê hebe divê li dijî van hovîtiyan bêdeng nemîne. Divê hemû hunermend piştgiriyê dibe berxwedana Efrînê.”

KUÇUKASLAN: DIVÊ HEMÛ ASURÎ – SURYANÎ DESTEKÊ BIDE EFRÎNÊ

Yaşar Kuçukaslan ê tevlî çalakiyê jî bibû û wiha got: “Ji gelek deveran bi sed hezaran kes ji Kurd, Ereb, Asurî-Sûriyanî, Ermenî û Tirkmen berê xwe dane Efrînê û li wir bi star bûne. Tirkiye êrîşî van gelan dike. Armanca êrîşan van gelan ji vir bidin koçberkirin û demografiya herêmê bidin guhertin. Divê hemû pêkhateyên herêmê li dora berxwedana YPG/YPJ’ê bibe yek û piştgiriyê bide berxwedana serdemê.”

Çalakvanên greva birçîbûnê ragihandin ku wê bi hev re tevlî meşa bi meşale ku wê li Parka Hûmlegardenê bê lidarxistin, bibin.