Greva birçîbûnê ya li Amûdê: Ji Abdullah Ocalan re azadî!

Li Amûdê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Çalakiyên di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de dewam dikin. Li kantona Cizîrê çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo piştgiriya berxwedana grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

Piştî Dêrik, Girkê Legê, Qamişlo û Til Hemîsê, Însiyatîfa Gel a Cizîrê konê çalakiya greva birçîbûnê li Qada Jina Azad a li navçeya Amûdê veda. Çalakî wê 2 rojan dewam bike. Di bin kon de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Nûnerên saziyên sivîl, meclis, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan jî di nav de, şêniyên navçeyê beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Elî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan û girêdana wan bi rêgeza Rêber Abdullah Ocalan û got: "Tevlêbûna we, nîşaneya girêdana we ya bi Rêbertî re ye."

Elî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ji bo tevahî gelan têkoşiya û ji bo wê banga mezinkirina têkoşînê kir.

Welatiyê bi navê Mihemed Edolê jî helbestek li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend.

Piştre endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Arşek Beravî axivî û got: "Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, divê em bi têkoşîna wî re dilsoz bin û fikrên wî li civakê belav bikin ji bo ku aştî li cîhanê pêk were."

Tê payîn ku şênî, endamên meclisên bajarok û gundên Amûdê jî tevlî çalakiyê bibin.