Gelên li Girê Spî xwedî li berxwedana QSD’ê derket

Li navçeya Cirînê ya li rojavayê Girê Spî ji bo xwedîlêderketina berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe dide, meşek hate lidarxistin.

Li navçeya Cirînê ya li rojavayê Girê Spî ji bo xwedîlêderketina berxwedana QSD’ê bi sedan kes ji gundekî ber bi gundekî din ve meşiyan.

Êrîşên dewleta Tirk û ya çeteyên wê bi vê meşê hate protestokirin û bêdengiya civaka navneteweyî jî hate şermezarkirin.

Piştî meşê mîtîngek hate kirin. Hevseroka PYD’ê Bêrîvan Îsmaîl di mîtîngê de axivî û got, “Li hemberî êrîşên li ser Eyn Îsayê em bang li hikumeta Rûsyayê ya garantor dikin ku bila êrîş were bidawîkirin.”

Hevserokê Meclîsa Cirînê Mahmûd Mûstafa jî bal kişand ser berxwedana QSD’ê û bang li gel kir ku bila xwedî li QSD’ê derkevin.