Gelên Efrînê li dijî lêkirina dîwar di nav çalakiyê de ne

Gelên Efrînê li gundê Sixonekê li dijî lêkirina dîwar a dewleta Tirk û çeteyên wê di nav çalakiyê de ne.

Gelê Efrînê li gundê Sixonekê yê Şêrewa, ji bo lêkirina dîwar a ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve şermezar bikin di nav çalakiyê de ne.

Gelê Efrînê yê bi neçarî koçî herêma Şehbayê bûye, bi girseyeke qerebalix çûn gundê Sixonekê yê nêzî herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirî û li vir çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Li ser navê kantona Efrînê, Mihemed Ebdo, bi navê saziya malbata şehîdan Suriya Hebeş, bi navê Meclisa Herêma Şêrewa Wîded Dewod û bi navê Meclîsa Herêma Şehba Edanan Hemo axivîn û bal kişandin ser dîwarê ku dewleta Tirk û çeteyên wê lê dikin û dan zanîn ku ev pêkanîn parçekirina xaka Sûriyê ye.

Çalakî wê heta danê êvarê bidome.