Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan in

Li navçeyên Kantona Qamişloyê bi çalakiyên cûda êrÎşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û hate gotin: "Di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de em ê li hemberî van êrîşan bisekinin."

Bi mebesta protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Di çalakiyan de êrîş hatin şermezarkirin û soza parastina xaka Rojava hat dayîn.

TIRBESPIYÊ

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji ber avahiya Şaredariya Gel heta sûka navendî meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Na ji bêdengiyê re, bêdengiya we me dikuje" hatin berzkirin. Her wiha wêneyên komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan û wêneyên gerîlayên ku di êrişên kîmyewî de şehîd bûne, hatin hildan.

Meş li sûka navendî veguherî mîtîngê. Li vir ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê rêveber ê Meclîsa PYDʹê ya navçeya Tirbespiyê Hacî Îsmaîl axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrîşan qirkirina Kurdan û gelê herêmê yê berxwedêr e. Îsamîl anî ziman ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrîşan nîşaneya bejirandina siyasetên qirkirinê ye.

Bi navê Saziya Olî ya navçeya Tirbespiyê Mele Ebdullah Şêxo jî anî ziman ev sûc li dijî rêgezên tevahî olan e û diyar kir ku AKPʹê bi navê îslamê kiryarên qetilkirinê dike.

Her wiha endama rêveber a Kongra Star Xaliya Ehmed jî axivî û destnîşan kir ku ew ê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de li hemberî êrîş û siyasetên dewleta Tirk bisekinin.

Bi navê QSDʹê endamê rêveber ê Meclîsa Têkiliyên Leşkerî ya Kantona Qamişlo Mihemed Zêdan anî zimanê ku QSDʹê wê parastina tevahî pêkhateyên herêmê ji êrîşan bidomîne.

ÇILAXA

Şêniyên navçeya Çilaxa jî li Qada Şehîd Masûm kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdan û pankertên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk re, Na ji qirkirinê re, têkoşîna me azadiyê ye, berxwedana me serkeftin e" bilind kirin.

Xwepêşandêr di kolanên navçeyê re geriyan û bênavber dirûşmên li dijî dagirkeriya Tirk û yên silavkirina berxwedana QSD`ê û gerîla berz kirin, dîsa vegeriyan Qada Şehîd Masûm. Li wir endama rêveberiya saziya perwerdeyê li navçeyê Nezha Seyfeddîn wiha axivî: "Êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûryiê, encama derbên giran ên ji destê gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê xwarine ye."

Nezha diyar kir ku çiqas dewleta Tirk êrîş bike jî, wan natirsîne û got: "Em girêdayî şoreşa xwe û destkeftiyên xwe ne. Em ji projeya xwe ya neteweya demokratîk paşde gav navêjin. Em soz didin em li ser rêya şehîdan têbikoşin."

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, Rimêlan û gundewarên wê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bombebarankirina welatî, mal û milkên taybet û giştî xwepêşandaneke li dar xist.

Xwepêşandêr li kolanlên sereke geriyan û li Qada Şehîd Xebat xwepêşandan vegerî mitîngê. Li wir endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îhsan Şiblî axivî û bêdengiya navnetweyî li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir.

Xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk bi dawî bû.

TIL BIRAK

Xwepêşandan ji Çerxerêya Firinê ya li başûrê Til Birakê bi beşdariya tevahî pêkhateyan dest pê kir. Xwepêşandêran dirûşmên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û silavkirina berxwedana gerîla berz kirin.

Li Çerxerêya Şehîdan a li naverasta navçeyê xwepêşandan veguherÎ mîtîngê, li wir endama rêveber a Kongra Star Rexed El Ehmed êriş û sûcên "Erdoganê ku har bûye" şermezar kirin û wiha got: "Erdogan hemû kaxizên xwe yên bazar û şantajê ji dest dide û çiqas tawîzan bide dewletên cîhanê jî dê nikaribe projeya neteweya demokratîk û tevgera gel a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."

Rexed wiha domand: "Em soz didin şehîdan ku em li ser rêya wan a berxwedan û azadiyê bimeşin. Her wiha em ê li ser rêya ku Rêber Abdullah Ocalan xêz kiriye, heta gihîştina civakeke demokratîk ku tê de edalet û wekhevî serwer be, têbikoşin."

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Birakê Mihemed El Hesen jî axivî û wiha got: "Ev êrîş bi armanca derxistina tevlêheviyê, têkbirina îstiqrarê û derbekirina hewldanên navneteweyî yên li dijî terorê ne."

El Hesen bang li gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir li hember gef û lîstokên dagirkeriya Tirk yekdest bin û li dora saziyên xwe yên ewlehî, leşkerî û sivîl kom bibin.

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedanê, dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

TIL KOÇER

Bi hezaran kesî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan kir. Xwepêşandan ji pêşiya Baxçeyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li kolanên sereke geriya û li ber wêneyên şehîdên Til Koçerê rawestiya.

Di xwepêşandanê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê Til Koçer Samî Mihemed Silêman axivî û dijminahiya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Her wiha endama Kongra Star Delal El Şiblî jî axivî û êrişên dewleta Tirk protesto kirin.

Xwepêşandan bi dirûşmên li dijî êrîşên dewleta Tirk bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya Kantona Qamişlo li ber avahiya navçeyê kom bûn. Şêniyan alên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Na ji terora Erdogan re" bilind kirin.

Xwepêşandêr li kolanên navçeyê geriyan heta ku gihiştin qada Banka Çandiniyê. Her wiha dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên hovane yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Na ji bombebarana hovane re) berz kirin.

Piştî ku çalakvan gihîştin qada li bakurê navçeyê, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk ê navçeya Til Hemîs Xalib El Sedûn axivî. El Sedûn êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bombebarana wê ya rasterast a li ser welatiyan şermezar kir.

Xwepêşandan bi qêrîna dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk bi dawî bû.