Gelek sivîl ji Reqayê hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 200 sivîl ji navenda bajarê Reqayê rizgar kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), 200 sivîl ji navenda bajarê Reqayê rizgar kirin.
Qonaxa 4. a Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina Reqayê hate destpêkirin, di roja 28. de ye. Di vê qonaxê de bi operasyoneke mezin, bajarê Reqayê tê rizgarkirin. Şervanên QSD'ê, ku di çarçoveya pêngavê de bi pêş ve diçin, zêdeyî 200 sivîlên din rizgar kirin.
Şervanên QSD, YPG û YPJ'ê yên ji sûrên dîrokî yên bajêr derbas bûne, berê xwe dane navenda bajêr.
Bi pêşveçûna şervanan re, sivîlên li navenda bajêr in ji malên xwe derdikevin û xwe digihînin şervanan.
Şervanên QSD'ê ji aliyekî ve li dijî çeteyên ku asê kirine şer dikin, li aliyê din jî sivîlên ji DAIŞ'ê direvin rizgar dikin û dibin herêmên ewle.