Gelek herêmên Rojava têne bombekirin

Dewleta Tirk bombe li Kobanê, Eyn Îsa, Şehba û Til Temirê barand. Bi şev jî herî kêm 13 caran bi balafiran bombe li Şera û Şehbayê barand.

Dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet di 13:10'an de gundên Zormixar, Dêrbizin, Xerbisan, Koran û Aşmê yên Kobanê bombe kir.

Bi hevdemî derdora Neqil Restoran û Rêya M4 ên li rojhilatê Eyn Îsayê bi obus û hawanan bombe kir.

Hêzên dagirker bi dema xwecihî saet di 11:20'î de gundên Medûnê û Radar ên Şehbayê bombe kirin.

Saet di 09:30'î de jî gundên Dirdara û Qibur El Xeracina yên Til Temirê bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Têkildarî êrîşan agahiyên berfireh bi dest neketin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji 19'ê Mijdarê û pê ve girantir bû. Bi dehan balafirên şer bombe li hemû herêmên Rojava barand. Di êrîşan de ku yekser li hemberî sivîlan hate kirin, herî kêm 14 sivîl hatin qetilkirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, balafirên şer ên dewleta Tirk şeva Yekşemê gundên Şerayê 8 caran, Şehba jî 5 caran bombe kirin. Hate ragihandin ku li nêzî gundê Bêlûniyê yê Şehbayê jî 4 leşkerên Şamê birîndar bûn.