Welatiyên Tirbespiyê û Girê Spî li dijî tecrîd û êrîşan meşiyan
Welatiyên bajarên Girê Spî û Tirbespiyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kantona Efrîn û Herêma Şahbayê, meşek lidar xistin.
Welatiyên bajarên Girê Spî û Tirbespiyê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kantona Efrîn û Herêma Şahbayê, meşek lidar xistin.
TIRBESPİYÊ
Bi sedan welatiyên herêma Tirbespiyê, Edamên Sazî û Meclîsan û nûnerên Deste û partiyên siyasî bi hemû pêkhateyên xwe beşdarî meşa şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê, bûn.
Meş ji Akademiya Şehîd Yekta Herekol a dikeve rojavayê bajêr destpê kir, di sûka navendî re derbas bû û li pêşiya Navenda Çand û Hunerê rawestiya. Li vir deqeyek rêz hat girtin, piştre Hevseroka Meclîsa bajarê Tirbespiyê Hediye Şemo axivî, xêrhatina beşdaran kir û got: ″18 sal in tecrîda li ser Ocalan didome û dewleta Tirk destûr nade ku tu kes serdana wî bike. Ev yek ne li gorî zagonên navneteweyî ye. Tirkiye ji rewşa tenduristiya Ocalan berpirs e.″
Hediye anî ziman ku armanca ji kiryarên ku Tirkiye li dijî Rêberê gelê Kurd Abudullah Ocalan pêk tîne, şikandina vîna gelê Kurde û wiha pêde çû: ″Erdogan bi êrîşên li ser Efrînê hewl dide têkçûna xwe li hember serkeftinên felsefeya Rêbertiyê, vegerîne. Lê em jê re dibêjin, em çawa li Kobanê bi ser ketin, em ê li Efrînê jî bi ser bikevin.″
Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD′ê Hikmet Hebîb jî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrîn, Şahba û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha got: ″Erdogan hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn derbasî derve bike. Piştî serkeftinên ku QSD′ê bi dest xistin û axa Sûriyeyê rizgar kir, Erdogan hewl dide ji nû ve tevlîheviyan derbixe. Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi saya felsefeya Rêbertiyê, biratiya gelan hatiye avakirin. ″
Meş bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan, daxwaza azadiya wî û şermezarkirina êrîşên li ser Kantona Efrînê, bi dawî bû.
GIRÊ SPÎ
Gel di meşa li Girê Spî ji aliyê TEV-DEM’ê ve hate organîzekirin de jî tecrîd û êrîş şermezar kir.
Meş ji Çerxerêya Qefes destpê kir û kolanên bajêr geriya. Meşvanan dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û daxwaza azadiya Ocalan, qîr kirin.
Meş ji çerxerêya Elem rawestiya. Li vir Endama Rêveberiya Kongreya Star Peyman Cûdî û Hevserokê Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid axivîn, destwerdanên dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê şermezar kirin û diyar kir ku wê ev êrîş bi berxwedana gelê herêmê, bişkên.
Axaftvanan bang li civaka navneteweyî kirin ku zextê li ser hikûmeta Tirk bikin ku tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin. Her wiha soza domandina têkoşîn û berxwedanê heta avakirina Sûriyeke demokratîk, federal û pireng dan.
Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê û daxwaza azadiya Ocalan, bi dawî bû.