Gelê Tebqayê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Bi meşeke li bajarê Tebqayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin.
Bi meşeke li bajarê Tebqayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dagirkeriya dewleta Tirk hate protestokirin.
Gel li Tebqayê li pêşiya Stada Gazê hatin ba hev û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin. Ji bajarokên Cirniye û Mansûrayê jî gel tevlî meşê bûn û alayên QSD û MSD’ê hatin hilgirtin. Meş li Xaçerêka Dêrê veguherî mîtîngê.
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Tebqayê Mazlum Umer diyar kir ku wê îradeya berxwedanê ya gel dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bike.
Çalakî bi sloganan bi dawî bû.