Gelê Rojava ji bo Kobanê derket qadan û êrîş şermezar kirin

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li heberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kobanê derketin qadan û êrîş bi awayek girseyî şermezar kirin.

Bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê zêde dibin. Dewleta Tirk 8'ê Çileyê li Kobanê gelek gund topbaran kirin. Di encama topbaranê de welatiyek şehîd bû û 16 jî birîndar bûn. Di nav de 6 kes ji malbatekê ne. Her wiha lingê zarokekî 4 salî hate jêkirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li heberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kobanê derketin qadan û êrîş bi awayek girseyî şermezar kirin. Di çalakiyan de bang girtina qada heweyî li ber balafirên dewleta Tirk hate kirin.

REQA

Li Reqayê Meclîsa Malbtên Şehîdan li ber avahiya xwe daxuyaniyek bi raya giştî re pave kir. Bi dehan endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan tevlî daxuyaniyê bûn.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Nûr Derwîş daxuyanî xwend.

Derwîş diyar kir ku sûc û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Sûriyê, bi taybet li ser bajarê berxwedanê Kobanê didomin û got: “Zêdebûna asta êrîşan nîşaneya ku rejîma Tirk a faşîst li hemberî berxwedana gelê me yê leheng bê çare maye."

Di daxuyaniyê de Derwîş, bal kişand li ser bêdengiya cîhanê, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya li hember van êrîşan û got: "Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze îradeya gelê herêmê lawaz bike û fikirên wê yên azad kontrol bike. Lê wê bi ser nekeve, ji ber ku em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin."

Derwîş, di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û dadgehên navneteweyî hate kir û ev tişt got: “Erkên xwe bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk bikin da êrîşên xwe li ser herêmê rawestîne.“

TIL BIRAK

Li navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo, meşek bi meşeleyan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyê ve hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên navçeyê tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Meş ji pêşiya avahiya meclîsa gel a navçeyê dest pê kir û li çerxerêya Şehîdan a naverasta navçeyê bi dawî bû. Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Tariq El Ebdullah axivî û banga domandina têkoşînê li ciwanan kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bû.

‘QADA HEWAYÎ LI BER TIRKIYÊ BIGIRIN‘

Koordînasyona Partiyên Siyasî ya Herêma Efrînê bi daxuyeniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin. Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Cînav Seydo ve û bi zimanê erebî ji aliy endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Welîd Dengelî ve hate xwendin.

Daxuyanî li çerxerêya Şehîdên Komkujiya Til Rifetê hate xwendin. Beşdaran wêneyên zarokê bi navê Ebdo Henîfî yê ku di êrîşa li ser Kobanê de lingê wî hate jêkirin, hildan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên domdar ên dewleta Tirk ji bo têkbirina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha hate destnîşankirin ku komkujiya 8'ê Çileyê ya li Kobanê delîlê destwerdan û binpêkirinên dewleta Tirk ên gûrkirina şerê li Sûriyê ye.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên "Garantor" Rûsya û Amerîkayê hate kirin ku dawî li planên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê bînin û qada hewayî ya herêmê li ber balafirên Tirkiyê bigirin.

Her wiha bang li hikûmeta Şamê hate kirin ku serdestiya xaka Sûriyê biparêze û bang li Konseya Ewlekariyê ya NY'yê hate kirin ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

TEBQA

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku bi lez bikevin tevgerê û dawî li sûcên dewlet Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan bînin.

Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan, ji aliyê endamê rêveber ên Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed Ereb ve hate xwendin.

Ereb diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên sînorî didomîne û tevahî cureyên çekên giran bi kar tîne.

Ereb, êrîşa dawî ya li ser Kobanê şermezar kir ku di encamê de welatiyek şehîd bû û lingekî zarokekî hate jêkirin û gelek din jî birîndar bûn.