Gelê Reqayê cenazeyê 3 şehîdên QSD’ê spart axê
Welatiyên Reqayê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a bajarê Reqayê spartin axê.
Welatiyên Reqayê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a bajarê Reqayê spartin axê.
Bi sedan welatiyên Reqa û gundewarên wê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed Ebdullah (Ehmed Reqa), Cemal Silêman (Cemal Reqa) û Hemza Casim El-Mihemed (Hemza) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Girê Spî wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Reqayê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ebdilqadir Remo, li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemed El-Hewaş û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma El-Îsa axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha gotin; “Şehîd navên xwe bi tîpên zêrin li ser rûpelên dîrokê nivîsandin, ji ber ku canê xwe ji bo azadiya gelan feda dikin. Em soz didin şehîdên xwe heya serkeftinê em ê şopdarên rêya wan bin.”
Piştî axaftinan, wesîqeyên şehîdan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Li goristana Şehîdan cenazeyê şervanên QSD’ê bi tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên silavkirina şehîdan hatin veşartin.