Gelê Qamişlo ji bo azadiya Ocalan meşiya

Welatiyên Kantona Qamişlo ji bo ewlehî, tenduristî û azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi hezaran welatiyên Kantona Qamişlo bi meşekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Meş li Çerxerêya Osman Sebrî ya taxa Hîlêliyê destpêkir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG’ê û YPG’ê hatin berzkirin. Li aliyê din pankartên li ser nivîsa ‘Soza me, em ê pergala Îmralî hilweşînin û bi rêberê xwe re azad bijîn’ hate vekirn.

‘HEYA OCALAN AZAD NEBE WÊ ŞOREŞ BIDOME’

Meş li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtîngê. Li ser navê Kongreya Star Şaha Xelîl axivî û wiha got; “Xwediyê felsefeya Neteweya Demokratîk Rêber Ocalan ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe, wekî çawa Quran rastiya islamê îspat dike, fikirê Rêbertî jî azadiya gelên bindest esas digire û hemû ol û netewan bi rihetê biratiya mirovahiyê di nav xwe de digire.Dewletên kompolger nikarîbûn çirûska şoreşê vemirînin, şoreş her berdewam e, heta ku Ocalan azad bibe.”

Hevserokê Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo, Feyroşah Remedan jî axivî û got ”Mîmarê leheng, fikirê Neteweya Demokratîk ava kir û bi cîhanê re da naskirin, lê ji aliyên komplogeran ve hate hedefkirin, xwestin bi vê yekê deriyê azadiyê û biratiya gelan bigirin, li hemberî vê komployê şoreşeke hate lidarxistin û ber dikeve, ev serkeftin berhemên vê fikirê ye.”

Mîtîng  bi dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.