Gelê Minbicê şehîdê xwe spart axê

Gelê Minbicê, şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cûma El-Elî Cafer, li şehîdgeha Minbicê bi merasîmekê spatin axê.

Îro bi sedan şêniyên bajarê Minbicê li ber Nexweşxaneya Firatê kom bûyî cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cûma El-Elî Cafer wergirtin û ber bi Goristanê ketin rê. Şêniyan alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên Cafer hildan.

Li goristanê piştî rêzgirtinê, merasîma leşkerî pêk hat. Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman El-Binewî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesnaa El-Dahir û  li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê endamê Dîwana Meclisa Zagonsaz Adil Ebû Ferhat axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kirin şehîdan ji bo parastina xak û gelê herêmê canê xwe feda kirine.

Fermendarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman El-Binewî soza parastina gel û destkeftiyên şehîdan da.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El-Debax wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê Cafer bi tililî û dirûşmeyên şehîd namirin, spartin axê.