Gelê Minbicê ji bo Efrînê daket kolanan
Gelê Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Efrîn û Şehbayê protesto kir.
Gelê Minbicê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Efrîn û Şehbayê protesto kir.
Li ser banga Komîteya Ciwan û Werzîşê û bi mebesta şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Efrînê, bi sedan gelên bajarê Minbicê li çerxerêya Kure El-Erdiyê kom bûn û dest bi meşê kirin.
Di meşê de, Hevserokên Meclîsên Zagonsaz û Rêveber, Cîgirên wan, endamên komîteyan û saziyên leşkerî û sivîl, şandeyek ji Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê amade bûn.
Meş ji çerxerêya Kure El-Erdiyê dest pê kir û ber bi qada giştî a bajarê Minbicê ve domiya. Di meşê de çalakvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartên silavkirina berxwedana Efrînê û redkirina dagirkeriyê hildan. Her wiha alên Tevgera Ciwanên Ereb ya Demokratîk, Meclîsa Minbicê ya Leşkerî, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Meclîsa Jinê ya Minbicê hatin hildan.
Çalakvanan dirûşmeyên “Bila dagirkeriya Tirk hilweşe” , “Bi can bi xwîn em bi te re Efrîn', 'Yek e, yek e, gelê Sûriyeyê yek e” hatin berzkirin.
Dema meş gihîşt qada giştî, axaftin hatin kirin û li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Mnibicê û Gundewarên wê Farûq El-Maşî deng kir û êrîşên Tirkiye şermezar kir û da zanîn ku Efrîn parçeyek ji Sûriyeyê ye û ew bi tu şêwazî qebûl nakin ku bê dagirkirin.
El-Maşî wiha dewam kir: “Em li Minbicê li rex gelê me yê Efrînê ne, ew birayên me ne. Minbic jî ji êrîş û tewanên terorê yên AKP`ê xelas nebû”.
Farûq El-Maşî bal kişand ser projeya AKP`ê li herêmê û wiha pê de çû: “Projeya AKP`ê li herêmê destekdayîna terora DAIŞ`ê ye û vejînkirina serdema Osmaniyan e”.
'WEKE BERXWEDANA KOBANÊ, LI BER XWE DIDE'
Her wiha Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê Hemrîn Elî, Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Sozan Salih û ji Rêveberên Meclîsa Jinê li Minbicê Meha Elî axîvin. Axaftvanan êrîşên dewleta Tirk li ser Efrîn û Şehbayê şermezar kirin û li ser hevgirtina di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li hemberî êrîşan, teqez kirin.
Fermandarê Tabûrên Şemis El-Şîmal Mihemed Ebû Adil di meşê de axivî û got: “Em ê ji bo Efrînê hemû xwe bikin mertal. Em niha Reqayê rizgar dikin û li Efrînê jî wekî Kobanê li ber xwe didin.”.
Meş, bi dirûşme û stranên şoreşgerî bi dawî bû.