Gelê Minbicê daket qadan: Em ê li ber xwe bidin û êrîşan têk bibin

Gelê Minbicê li dijî êrîşên dewleta Tirk dagirker daket qadan û got: “Em ê li ber xwe bidin, em natirsin.“

Şêniyên Minbicê bi dirûşma "Bi ruhê şehîdên Dêrikê, şêniyên Minbicê li dijî faşîzma Tirk serî hildidin" daketin qadan. Di xwepêşandanê de şênî, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl û endamên rêxistinên jinan amade bûn. Xwepêşanderan pankartên “Na ji bêdengiya navneteweyî re", "Bi yekitiya gelan em li dijî dagirkeriya Tirk bi ser bikevin", "Na ji hovîtiya Osmaniyan re" hildan.

Xwepêşandanê, ji Çerxerêya Mîzan heta qada giştî dewam kir û li wir li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, HPC′ê û Kombûna Jinan a Zenûbiya nûner axivîn.

Hevserokê Meclîsa Rêveber Mihemed Xêr Şêxo got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên leşkerî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dagirkirina axa Sûriyeyê û qirkirina gelê herêmê ye.“ 

Şêxo bêdengiya hêzên navneteweyî ya li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û wiha dewam kir: "Wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bide û hemû projeyên dagirkeriya Tirk bi rêya hevgirtin û berxwedanê têk bibe."