Gelê li Girkê Legê û Kobanê li dijî dewleta Tirk li qadan e

Gel li Girkê Leg a Qamişloyê û Kantona Kobanê, ji dijî tecrîda li îmralî û êrîşên dagirketiyê daketin qadan.

Îro bi sedan şêniyên Girkê Legê û kantona Kobanê bi dirûşma "Em dawî li dagirkeriyê bînin û parastina nirxên şoreşa xwe bikin" û "Na ji dagirkeriya artêşa Tirk û er ê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Girkê Legê, gundên wê û endamên saziyên civaka sivîl li Qada Şehîd Xebat a Girkê Legê kom bûn û ber bi navenda navçeyê ve meşiyan.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên, "Em dawî li dagirkeriyê bînin û parastina nirxên şoreşa xwe bikin", "Na ji artêşa Tirk re" û "Na ji guhartina demografiya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re" rakirin. Xwepêşandêran banga rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û piştrast kir ku armanca tecrîdê şikandina vîna gelê Kurd û gelê azadîxwaz e.

Li ser navê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Abdulkerîm Saroxan axivî û got ku ew wek partiya PYD’ê ku xizmeta gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, dibêjin na ji dagirkirina artêşa Tirk ji herêmên wan re û ji bilindkirina asta berxwedanê re dibêjin ‘er ê’. Saroxan diyar kir ku her tim dewleta Tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê dike, li gel vê hin hêzên din jî hewl didin herêmê serwer bikin.

Saroxan di dawiya axaftinê de da zanîn ku li dijî gelê herêmê plan hene û hewl didin hebûna gelê Kurd û nasnameya wê tune bikin, ji ber vê divê parastina destkeftiyan bikin.

KOBANÊ

Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Kantona Kobanê di çarçoveya pêngava "Na ji dagirkeriya artêşa Tirk re, er ê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" li dijî sûcên artêşa Tirk ên li herêmên dagirkirî meşek lidar xist.

Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl ji Qada Jina Azad a Kobanê dest bi meşê kir û ber bi Qada Aştiyê ve çûn. Xwepêşandêran alên PYD, Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin.

Meş li Qada Aştiyê veguherî mîtîngê û li wir Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û îşaret bi girîngiya parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava yên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin kir û got: "Da ku em parastina destkeftiyên xwe ji artêşa Tirk bikin divê em cihê xwe di nav pêngavê 'Na ji artêşa Tirk re û erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re' bigirin, li dijî dewleta Tirk, tevahiya kesên hewldana şikandina vîn û berxwedana me dike û dixwaze dawî li şoreşa me bîne tê bikoşin."

Mihemed Şahîn di dawiyê de banga sekinandina li dijî dewleta Tirk kir.

Her wiha Hevseroka Meclîsa PYD`ê ya Kantonê Bêrîvan Hesen jî got li hemberî sûcên artêşa Tirk ên li herêmên dagirkirî tevahî cîhan bê deng e, ji ber vê divê gel li hemberî dagirkeran û sûcan bê deng nemîne û tevlî pêngavê bibe û piştgiriya hev bike.