Xelkê Kobanê şehîdên xwe oxir kir
Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Emar Ukeş (Xesan) û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mezlûm Şêxo bi meresimek girseyî spartin axê.
Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Emar Ukeş (Xesan) û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mezlûm Şêxo bi meresimek girseyî spartin axê.
Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Emar Ukeş (Xesan) û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mezlûm Şêxo bi meresimek girseyî spartin axê. Di meresima cenezeyan de bi sedan nîştecihên Kobanê, Nûnerên Saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, hêzên leşkerî û gelek endamên partiyan di meresimê de amade bûn. Girse heta şehîdgehê bi wêneyên şehîdan û dirûşmeyên “Şehîd namirin“ meşiyan. Piştî girse gihişte şehîdgehê, meresimê bi rêzgirtina şehîdan dest pê kir.
“KOBANÊ BI BERXWEDANA XWE LI CIHANÊ DENG VEDA‘
Di meresimê de Hevserokê Meclîsa Saziya Birîndarên Şer a Şehbayê û Şêxmeqsûdê Gîvara Şoreş axivî û diyar kir ku berxwedana me li tevahiya cîhanê bûye semboleke şoreşgerî û got: “Em niha li bajarê Kobanê ne ku bi berxwedan û têkoşîna xwe bi cîhanê xwe da nasîn. Tu hêz nikare li ber ruhê mirovahiyê yê fedekar raweste, ji ber ku Kobanê bûye kelha israr û sekna li dijî faşîzma Tirk.“
“OXIRA MIROVAHÎ Û AZADIYÊ DE ŞEHÎD KET‘
Piştî axaftina Hevserokê Meclîsa Saziya Birîndarên Şer a Şehbayê û Şêxmeqsûdê Gîvara Şoreş, Cigîrê Hevserokatiya Meclîsa Qanûnsaz a herêma Firatê Hisên El Şêx axivî û got: "Şehîd Xesan ji bo dîroka biratiya gelan û hevgirtina di navbera pêkateyên gelê me de vegerand û helwesteke mezin afirand. Ji ber ku ji bajarê Hemayê hatiye vir û di oxira mirovahî û azadiyê de şehîd ket."
Piştî axaftinan Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hêvîn Mişo nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Şehîd Mezlûm Şêxo (Mezlûm) 6`ê Mijdarê de li Kobanê di encama qezayekê de gihaşt asta şehadetê, lê şehîd Emar Ukeş (Xesan) 5`ê vê mehê li Eyn Îsa dema li ser erka xwe ya leşkerî bû gihaşt asta şehadetê. Şehîd Îsmaîl Mêlê (Ciwan Kobanê) 3`yê Tîrmeha derbasbûyî li bajarê Reqayê dema li ser erka xwe ya leşkerî bû gihaşt asta şehadetê.