Şêniyên Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li darxistin. Ligel gelê Kobanê, endamên saziyên sivîl û siyasetmedar tevlî meşê bûn. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Tecrîd û faşîzma li dijî Rêbertî em qebûl nakin“ û “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî“ hatin hildan. Di meşê de tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin. Meşa ku heta qada Jina Azad a li neverasta Kobanê berdewam kir ji ber tevlîbûna zêde veguherî mîtîngê.
‘BÊHNA AZADIYÊ‘
Li qada mîtîngê Hevserokatiya Meclîsa kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û wiha got: "Ji Kobanê heta Îmraliyê hezar silav ji Rêberê Gelên Azad re. Eger ne ji ber fikir û ramana Rêber Apo bûya wê me îro azadî bêhn nekirî ba.“
‘BI RAMANÊN OCALAN EM MEZIN BÛNE‘
Kobanê bi domdarî anî ziman ku rexmê tecrîdê ji Rêber Abdullah Ocalan gav paş de neavetiye û got: “Bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan em ketin ferqa armanca dagirkirina dewleta Tirk de. Tecrîd bi tu awayî nikare fikrên azad tune bike. Em tu carê ji ÎHA û SÎHA’yên dagirkeran natirsin. Em gelekî ku bi raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mezin bûne.“
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.