Gelê Kobanê ji bo Efrînê meşiya
Li Kobanê ji bo piştevaniya li gelê Efrînê û şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya TEV-DEM'ê meşek hate lidarxistin.
Li Kobanê ji bo piştevaniya li gelê Efrînê û şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya TEV-DEM'ê meşek hate lidarxistin.
Meşê li gundê Şêranê dest pê kir û di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan, alayên TEV-DEM'ê û pankarta bi nivîsa "Bijî Berxwedana Efrînê" hatin vekirin.
Gel piştî meşê li gundê Hilincê civiya. Li vir ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştre endama Kongreya Starê Meşte Nûr axivî. Nûr diyar kir, berxwedana gelê Efrînê silav kir û got: "Êrîşên çeteyên ên pişta xwe dispêrin Erdogan, wê werin şikandin."
Meşte Nûr bi domdarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, heta ku ew Sûriyeyeke demokratîk û federal ava bikin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Hevserokê Meclîsa Xeta Rojhilat a Kantona Kobanê Cemal Xêro jî diyar kir, bi giyanê 19'ê Tîrmehê û bi giyanê berxwedêr ê Kobanê ew ê li cem gelê Efrînê bin û got: "Ew bihostek ji axa Rojava jî ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan wê bi dest dagirkiran ve nehêlin."
Piştî axaftinan meş bi qîrîna dirûşman qediya.