Gelê Kobanê 2 şehîdên xwe bi merasîmekê veşart

Welatiyên bajarê Kobanê cenazeyê şervanên Hêzên Xweparastinê Mehmûd Hemê û Elî Kobanê bi merasîmekê  li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Kobanê cenazeyê şervanên Hêzên Xweparastinê Mehmûd Hemê (Mehmûd Kobanê) û Elî Elî (Elî Kobanê) ku di 10’ê Îlonê de, di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Nûnerên Desteyên Rêveberiya Xweser, Hevserokê PYD′ê Salih Mislim, Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen, Serokê Desteya Karê Hundir Bozan Xelîl, şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Asayîşê û bi sedan welatiyên Kobanê beşdarî merasîma veşartinê bûn.

Girseya gel karwanê cangoriyan bi tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ pêşwazî kirin. Merasîm bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre ji aliyê şervanên Hêzên Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre Hevserokê PYD′ê Salih Mislim axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha got: ″Gelê Kurd di şoreşa Rojava de ji tevahî cîhanê re îspat kir ku ew sozên xwe pêk tînin. Nirxên mirovahiyê parastin û ji bo azadiya tevahî gelan canê xwe feda kirin.″

 Mislim soza domandina têkoşînê da gel û şehîdan.

Her wiha Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo axivî û wiha got; “Di dema dijminên gelê Kurd planên cuda dikin, ciwanên Kurd ji bo parastina gel û welat berdêlên giran didin.”

Şêxo destnîşan kir ku Federaliya Bakurê Sûriyeyê berhema fedekariya şehîdan e û banga beşdariya hilbijartinan kir.

Di dawiyê de nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û bi tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, li goristanê hatin veşartin.