Gelê Hesekê çûn serdana konê sersaxiyê yê şehîd Bilind
Gelê Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Yusif Dawud Milî re xwest û berxwedana gerîla silav kirin.
Gelê Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Yusif Dawud Milî re xwest û berxwedana gerîla silav kirin.
Li Hesekê bi dehan kes, endamên saziyên sivîl û leşkerî çûn serdana konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG'ê Yusif Dawûd Milî (Bilind). Gerîlayê HPG’ê Bilind di 30'ê Hezîrana 2022'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.
Meclîsa Malbatên Şehîdan li taxa Salihiye ya Hesekê li ber mala şehîd konê sersaxiyê veda. Di konê sersaxiyê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê axivî û sersaxî ji malbata şehîd Bilind re xwest.
BERXWEDANEKE DESTANÎ NÎŞAN DAN
Şoreş Hesekê da zanîn ku Şehîd Bilind û hevrêyên wî fikir û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas girtine û li hemberî çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bi berxwedaneke destanî şehîd bûne.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Wargeha Serêkaniyê Xelîl Moro jî wiha got, "Tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser tevahiya Kurdistanê, îradeya gelê Kurd lawaz nebûye. Gelê Kurdistanê li hemberî her êrîşeke li dijî gerîla, amade ye li ber xwe bide.”
Siyasetmedar Remadan Fetah diyar kir ku ew ê têkoşîn û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin bikin û li cem gerîla bin û got, “Gerîla hebûna me û mertala parastina gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî gerîlayan bi kar tîne."
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Hesekê Ebdulxenî Oso jî got, “PKK parêzvanê gelên Rojhilata Navîn e û di çarçoveya prensîba yekîtiya gelan de hatiye avakirin. Di vê çarçoveyê de ciwanên ji hemû pêkhateyên herêmê tevlî PKK’ê bûne. Şehîd û gerîlayên HPG'ê bûne çirûska azadiyê. Lê dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşan hewl dide hêzên ku dixwazin azadiya gelên Rojhilata Navîn misoger bikin, tine bike.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şehîd Bilind hate temaşekirin.