Gelê herêma Firatê sersaxî ji malbata Şehîd Adar re xwest

Gelê Herêma Firatê serdana malbata Şehîd Canşêr Adar kir û sersaxî ji malbatê re xwest.

Bi sedan şêniyên Kobanê, Sirîn û Eyn Îsayê yên herêma Firatê berê xwe da konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayê HPG'ê Basil Ehmed (Canşêr Adar) ê ku di 5′ê Gulana 2023′yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû. Kon li gundê Xirab Eşk ê navçeya Çelebiyê ya başûrê Kobanê hate danîn.

Di bin kon de Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Salih Nûh sersaxî da malbata şehîd Canşêr û got: "Ger gel bi hezaran şehîd li dijî zilm û rizgarkirina xakê da, wê têkoşîn û berxwedan bidome."

Hevserokê Meclîsa PYD′ê ya Girê Spî Sebrî Nebo jî got: "Ciwanên me di çarçoveya mafên parastina rewa yên li hemberî siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û parçeyên din ên Kurdistanê de erkên xwe yên pîroz bi cih tînin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.