Gelê Efrînê ji bo Ocalan meşiya

Gelê Efrînê bi coş û hêrseke mezin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehbayê meşeke girseyî li dar xistin.

Gelê Efrînê ji Bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Babinisê meşeke girseyî li darxistin. Gel ji serê gundê Babinisê heta dibistana Babinisê bi sloganên ‘Em Rêber Apo silav dikin û soza têkoşînê bilind dikin’ meşiyan.

Li ber dibistana Babinisê piştî deqîqeyeke rêzgiritina ji bo hemû cangoriyên azadiyê, hin axaftin hatin kirin, li ser navê Meclîsa Şehbayê Ridwan Rîfaî û li ser navê rêveberiya Kongra Star Hêvî Silêman axivîn.

Axaftvanan gotin ku, “Gelê me yê aştîxwaz xwedî li keda Rêber Apo derdikeve, ji ber ku Rojava Rêber Apo ye. Em hemû şagirdên Rêber Apo ne.”