Gelê Efrînê: Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe bidomînin

Gelê Efrînê yên koçberî herêma Şehbayê û bi taybetî navçeya Til Rifatê bûne diyar kirin ku wê berxwedana xwe ya li hemberî êrîş û dagirkeriyê bidomînin.

Îbrahîm Rîhanî Cîgirê Hevserokê Meclîsa Efrînê ya li Til Rifatê ye diyar kir ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk wan ji Efrînê koçî Şehbayê kirine û got, “Heta niha jî êrîşên dewleta Tirk didome. Armanca êrîşên dewleta Tirk ev e ku gel koçberî cihên din bike û împaratoriya Osmanî nû bikin.Lê em ê jî berxwedana xwe bidomînin.”

Rîhanî li ser dijwariyên meha zivistanê jî axivî û got, “Di vê pêvajoyê de jixwe şewba korona derketiye holê û ev nexweşî di mehên zivistanê de zêdetir dibe. Ji ber ku dora herêmê jî hatiye girtin, dijwarî gelekî zêde bûne.Gelê me digel van dijwariyan jî diyar dikin wê berxwedana xwe bidomînin.”

Li navçeya Til Rifatê Firyal Ehmed jî derbarê dijwariyên wê derê axivî û got, “Dema em li Efrînê bûn tu pêdiviyên me tunebû. Dewleta Tirk bi darê zorê em ji warê me derxist, malê me talan kir. Ji ber vê jî, me koçî herêma Şehbayê kir. Ez û 5 zarokên xwe em li ber xwe didin. Lê a niha ji dema destpêkê zêdetir zehmetî derketine holê. Ji ber ku herêm dorpêçkirî ye, em gelekî zehmetê dikişînin.”

Firyal bang li dewlet û saziyên mafên mirovan kir ku bila bêdeng nemînin û li hemberî vê zilma li ser gel çareseriyekê bibînin. Firyal di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser vî tiştî ku, çi bibe jî wê berxwedana xwe bidomînin.