Gelê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dimeşe

Bi sedan welatiyên Efrînê û yên kantona Şehbayê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hewldanên ji o guhertina demografiya herêmê dimeşin.

Bi sedan welatiyên Efrînê û Şehbayê, ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê danê sibehê berê xwe dan gundê Til Qerahê.

Girseya gel ji vî gundî dest bi meşê kir û wê heta kampa Serdemê ya li gundê Sosinê bimeşe.

Di meşê de, alên YPG, YPJ, TEV-DEM‘ê, Kongreya Star û Meclîsa Kantona Şehbayê hatin hildan. Her wha pankartên bi nivîsên "Rûsya û Tirkiyeyê şirîkên parçekirina Sûriyê û guhertina demografiya Efrîn û Xûta ne", "Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e", "Sûcên dagirkeriya Tirkiyeyê yên li dijî sivîlên Efrînê rawestînin", "Em  bêdengiya civaka navdewletî û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê şermezar dikin" û "Gelê Şehbayê piştgiriya berxwedana Efrîn ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê didomîne" hatin vekirin.