Gelê berxwedêr ê Efrînê: Bila ew ji axa me derkevin

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Sîxûneke ji bo ku gel ji gundê xwe derkeve, êrîşan dike. Gel jî dibêje ku “Em ê dev ji Efrînê bernedin. Bila ew ji axa me derkevin.”

Gundê Sîxûneke yê Şerewaya Efrînê di nava Çiyayê Lelûnê de ye. Ev gund 18 kîlometreyan dûrî Efrînê ye. Li gund 120 mal hene. Beriya êrîşên dagirker ên dewleta Tirk 900 kes li vî gundî dijiyan. Gundiyan debara xwe bi sewalwaniyê dikirin û darên zeytûnan ên gundiyan hebû.

Dewleta Tirk a dagirker di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn dagir kir û bi sed hezaran gelê Efrînê koçî Şehba û Şerewayê kirin. Sîxûneke jî di navbera Efrîn û Şerewayê de ye. Ji bo ku gel dev ji warên xwe berde, dewleta Tirk her dem obusan diavêje gund. Ji ber êrîşan hinek gundiyan koç kirine Niha li gund 98 malbat hene.

Ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk gundiyan heywanên xwe bi erzanî firotine. Sed metre dûrî gund, mayîn hatine danîn. Ji ber vê jî gundî ne dikarin biçin ser baxçeyên xwe yên zeytûnan û ne jî dikarin sewalên xwe bidin çêrandin.

Li gundên Kîmare, Cîlbîl û Meryemîna Şerayê yên ku 4 kîlometreyan dûrî Sîxûnekê ne, dîwar tên lêkirin.

Li gundê Cîlbîlê yê ku dîwar lê tê lêkirin heta niha 20 mal hatine hilweşandin.

XISAR DIGIHÊJE SIVÎLAN

Ehmed Hesen ê li gundê Sîxunekê diyar dike ku ji ber êrîşên dewleta Tirk 3 hawan li mala wî ketiye û êrîşên dewleta Tirk xisarê dide sivîlan. Hesen got ku “Her dem gundê me bi hawanan tê bomberdûmankirin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk em nikarin li mala xwe bimînin. Armanca Tirkiyeyê parçekirina Sûriyeyê ye. Lê rejîma Sûriyeyê jî di nav de, hemû dewletên navneteweyî li hemberî vî tiştî bêdeng dimînin.

Mewlûde Hesen jî diyar dike ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, ew nikarin li malên xwe bimîninû got ku “Efrîn parçeyekî Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk Sûriyeyê parçe dike. Lê ew çi bikin jî em ê dev ji axa xwe bernedin.”

Ayten Mehmo jî got ku “Her dem bi topên hawanan li gundê me didin û li hemberî me dîwar dane lêkirin. Ew dixwazin Efrînê ji me bistînin lê em ê dev ji Efrînê bernedin. Bila ew ji axa me derkevin.”