Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî hikûmetê xwepêşandan lidar xistin

Gelê Başûrê Kurdistanê yên di saetên sibehê de daketin qadan li dijî hikûmetê û polîkaya nebûna xizmetgûzariyê dest bi xwepêşandanên girseyî kirin.

Tevî êrîş û mûdexeleya polîsan bi hezaran xwepêşander li ber Deriyê Sara ya Silêmaniyê xwepêşandana xwe berdewam dikin û dirûşmên ‘hilweşandina desthilatê’ didin.

Li Silêmaniyê xwepêşandana welatiyan, mamosta û karmendan a li dijî nedayîna mûçe û rewşa xerab berdewam dike. Dema ku xwepêşanderan ber bi Deriyê Sera çûn polîsan bi gava îsotê û darên elektronîk êrîşî xwepêşanderan kirin. Ji ber gaza îsotê û êrişê hinek kes birîndar bûn ku di nava wan de rojnameger ên ku xwepêşandan dişopandin jî hene.

Piştî ku xwepêşander gihîştin ber Deriyê Sera ragihandin: “Desthilata diz û gendel em bendewariya reform û  başbûnê li we nakin, lewma ji îro ve ‘Li ber Deriyê Sera ji îro ve şoreşa sivîl heta nehiştina desthilatê radigihînin.’ Li ber Deriyê Sera xwepêşandan didome û berdewam dirûşmeya,’Birûxe hikûmet’ tê qîrkirin.

Piştî destpêkirina xwepêşandanan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di civîna Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê de ragihand ku wê sibe ve dest bi parvekirina mûçeyên karmendan bikin.