Gelê Şehba sala nû pîroz kirin

Gelê Şehba bi hatina sala nû re Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Şehbayê şahiyek lidar xist.

Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Şehbayê bi Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehbayê re bi boneya hatina sala nû bi tevlîbûna hemû endamên sazî û meclîsên herêma Şehba şahiyek li navenda Çand û Huner ya Şehîd Axîn welat ya Fafînê lidar xistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan detpê kir, piştre jî endamê rêveber ya Çand û Hunerê Ebdul Ezîz Kûsa axivî û sala nû li hemû gel pîroz kir.

Piştre çîrokên ji dîroka berê ji aliyê Endama Tevgera Çand û Hunerê Ehmed selamê ve hate gotin, her wiha piştre jî Ebdil Ezîz Kûsa çend stran pêşkêş kir. Di dewama şahiyê de koma şehîd Birusk Şehba ya govendê derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Şahiyê bi pêşkêşkirina helbestan ji aliyê Diyana Hisên û Ehmed Selamê ve dom kir, piştre jî Koma govendên Erebî, koma Awaza Şehba ya starnan şanoya bi navê Çîroka koçber hate pêşkêşkirin.

Di dawiyê de şahî bi starnên Erebî û gerandina govendê bi dawî bû.