Reco navê wî yê resen “Reca” ye ku navekî Kurdî ye û carna ji "Receb" hatiye gotin û tîpa "O" jî weke amûrek nêr e. Reco niha bajarokek mezin û navenda navçeyê ye. Li bakurê rojavayê bajarê Efrînê bi dûrahiya 25 km dikeve û riya hesinî ya Reco- Meydan Ekbes tê de derbas dibe. Her wiha stasyonek trênê ya girîng heye ku ji serdema Osmaniyan maye û ji her alî ve bi çiyayên daristanî hatiye dorpêçkirin. Xaniyên wê li ser xêzeke kilsinî ya 585 metre bilind e, bi nermî ber bi rojava ve ber bi deşta Palia ve diçe. Niştecihên wê bi çandiniyê bi taybetî çandiniya zeytûnan mijûl dibin û her cure dexl di zeviyên biçûk de diçînin.
Di dema şerê Berxwedana Serdemê de Raco û gundên wê destanek lehengtiyê ji berxwedaniyê li wir nivîsadin û tê de gelek çîrokên lehengtiyê hatin xêzkirin. Ji ber navçeya Raco bi xwezeya xwe ya çiyayî navdar e û cihê xwe gelek stratîjîk e; dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek navend û baregehên leşkerî li navçeyê avakirin û gelek rê û rêbaz bi kar anî ku dîrok û nasnameya navçeyê biguherînin û ti tiştî ji Kurdiyetiya wê nehêlin. Ji ber wê di destpêkê de dest bi bicihkirina Erebên hawirdor kirin û pê re dest bi talankirina şûnwar û cihên dîrokî yên herêmê kirin.
Li gorî belgeyên ku Ajnasa Nûçeyan a Firatê ji jêderên taybet hatine bidestxistin, hejmara malbatên Erebên hawirdor yên li navçeyê bi cih bûne wiha ne;
Raco: Navçe di nav zeviyên çiyayî de cih digire û ji 1500 malbatên Kurd pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de her kes koçber bûne û piştre nêzî 400 malbat vegeriyane. Zêdetirî 1500 malbatên ji Erebên hawirdor lê hatine bicihkirin. Navenda navçeyê komên Ahrar El-Şerqiyê ku bi bandortirîn kom di navçeyê tê dîtin (El- Hamzat – Ehfed El-Resûl - Tugaya Nehemîn - Lîwa El-Şemal) kontrol dikin.
Moseko: Ji 175 xaniyan pêk tê û hemû jî ji pêkhateya Kurd in û hejmara wan 1200 kes in. Piştî şerê Berxwedana Serdemê, nêzîkî 70 malbat vegeriyane ku piranî temen mezin in. Nêzî 100 malbat di malên gundiyan de hatine bicihkirin.
Qasêm: Ji 100 xaniyan pêk tê. Hejmara xelkê wê yên resen nêzî 600 kes e û hemû pêkhateya Kurd in ku ji eşîra Omekan in. Bi şerê Efrînê re nêzî nîvê gund, li gund mane û nîvê din jî bi darê zorê hatine koçberkirin. Li gund 40 malbatên ji Erebên hawirdor bi cih bûne. Gund ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê tê kontrolkirin.
Atmana: Ji 130 xaniyan pêk tê û hejmara xelkê wê yên resen 800 kesên ji pêkhateya Kurd in. Piştî êrîşên Tirkiyeyê piraniya gundiyan koçber bûne û nêzî 50 malbat man e ku piraniya wan kal û pîr in. Zêdetirî 100 malbat ku nêzî 600 kes in li şûna xelkê koçber hatine bicihkirin. Gund bi serkêşiya çete Yezîd Ebû Ehmed di bin kontrola çeteyên Hemzat de. Çete mala Hecî Cibbê û Nûrî Bako weke navendeke leşkerî ji xwe re diyar kirine.
Meydan Akbes: Nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye û ji 500 xaniyan pêk tê ku nêzîkî 2500 kes in. Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nêzîkî 500 kes li gund mane û piranîya wan temen mezin in. Li gund zêdeyî 600 malbatên ji Erebên hawirdor û Tirkmen di malan de bi cih bûne. Li kêleka wê bi sedan kon li derdora gund hatine vedan. Gund di bin kontrola çeteyên Ceyş El-Şam de ye ku serkêşiya wan çete Salil El-Xalidî û Serbaz Hîşam Homsî dikin ku her du jî ji parêzgeha Humsê ne. Her wiha navend û girtîgehên wan û navendek a dewleta Tirk a dagirker heye
Şêx Bilo: Ji 60 xaniyan pêk tê û hejmara welatiyên gund tê texmînkirin 350 kes in. Li gund nêzî ji sedî 30’ê xelkê gund mane û li şûna xelkê ku hatine koçberkirin, 40 malbatên ji Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Her wiha li mefreqa gund kampek ku nêzî 100 kon lê heye hatiye vedan. Çeteyên Lîwaa El-Şamal gund kontrol dike.
Zerko: Ji 75 xaniyan pêk tê û hejmara xelkê wê yên resen nêzî 300 kes in ku hemû jî pêkhateya Kurd in. Di dema êrîşên Tirkiyê de de her kes koçber bûne û piştî demek nêzî 30 malbat vegeriyane. Li gund nêzî 30 malbatên ji Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Feyleq El-Meced ve tê kontrolkirin.
Hecemolo: Ji 80 xaniyan pêk tê. Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nêzî 35 malbat vegeriyan gund. Gund ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve tê kontrolkirin.
Altanya: Ji 80 xaniyan pêk tê. Nêzî 400 kes di dema êrîşên Tirkiyê de koçber bûn û piştre nêzî 10 malbat vegeriyan. Li gund 80 malbatên ji Erebên hawirdor di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Girêdayî Feyleq El-Şam ve tê kontrolkirin.
Calo: Ji 80 xaniyan pêk tê. Nêzî ji sedî 90’ê xelkê gund hatin koçberkirin û derodora 70 malbatên ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve bi serkêşiya Omer Ekil ku ji Bajaroka Biyanon a Helebê ye tê kontrolkirin
Dêrwîş: Ji 100 xaniyan pêk tê û piraniya wan ji pêkhateya Kurd in. Niha gund ji ber cihê xwe yê leşkerî û stratejîk bi giştî weke herêmeke leşkerî tê bikaranîn û baregeheke Tirkiyeyê heye. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Gundê Çê: Li lûtkeya Çiyayê Hawarê dikeve û ji 50 xaniyan pêk tê. Piştî êrîşên Tirkiyê hemû xelkên gund koçber bûn. Piştre tenê malbatek vegeriya û beşek ji xelkê gund jî di navbera gundên girêdayî çiyayê Hawarê de belav bûne. Gund niha weke herêmeke leşkerî ye û baregeheke Tirkiye heye. Her wiha leşkerên Tirk malên gundiyan weke cihên rehetiyê ji xwe re dibînin û dest dane ser.
Hec Xelîl: Ji 250 xaniyan pêk tê û di dema êrîşên Tirkiyê de her kes koçber bûn. Piştre derdora 150 malbat vegeriyane gund ku piraniya wan kal û pîr in û hejmara wan ne zêdeyî 500 kes in. Li gund nêzî 200 malbatên ji Erebên hawirdor li şûna xelkê gund hatine bicihkirin ku hejmara wan zêdeyî 1000 kes in. Gund di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de ye.
Kazê: Ji 80 xaniyan pêk tê û hejmara xelkê wê yên resen li dora 350 kes bûn. Di dema êrîşên Tirkiyê de her kes hate koçberkirin û piştre 250 kes vegeriyan gund. Li gund zêdetirî 400 kes li şûna xelkê koçber bi cih bûn e. Gund ji aliyê Çeteyên Feyleq El-Şam ve tê kontrolkirin.
Berbenê: Ji 100 xaniyan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de hemû gundî koçber bûn û ji sedî 70’ê xelkê gund dîsa vegeriyan. Li gund nêzî 40 malbat hatin bicihkirin. Li xaçerêya gund a li ser riya Racoyê kon hatine danîn. Gund di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de ye û mala Mihemed Nûr Hebeş wekî navenda xwe yên leşkerî dihesbînin.
Ceqmaqa Mezin: Ji 300 xaniyan pêk tê piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker tenê 90 malbatên xelkê resen li gund man. Li gund 400 malbatên ji Erebên hawirdor li şûna xelkê koçber hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola Çeteyên Feyleq El-Şam de ye.
Dîkê: Ji 108 xaniyan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de nêzî 30 malbat ji gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de ye.
Çençeylo: Ji 85 xaniyan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de nêzî 65 malbat hatin koçberkirin û şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye.
Edemo: Ji 110 xaniyan pêk tê û nêzî 90 malbat di dema êrîşên Tirkiyê de hatin koçberkirin û li şûna wan nêzî 90 malbatên ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve tê kontrolkirin.
Quda: Ji 250 xaniyan pêk tê. Nêzî ji sedî 70’ê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan 200 malbatên ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên El-Hemzat ve tê kontrolkirin.
Hesen: Ji 50 xaniyan pêk tê. Nêzî 20 malbat bi darê zorê hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Çeteyên El-Hemzat gund kontrol dikin.
Kom Reşê: Ji 100 xaniyan pêk tê. Nêzî ji sedî 40’ê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye.
Sindirê Kûro: Ji 40 xaniyan pêk tê. Nêzî nîvê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Çeteyên tûgeya nehemîn gund kontrol dikin.
Şadiya: Ji 50 xaniyan pêk tê. Hema bêje hemû xelkê gund di malên xwe de ne. Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê gund kontrol dikin. Muxtarê gund bi navê Hesen Rifat tê nasîn.
Sorkê: Gelê wê bi eslê xwe ji gundê Erendê ya navçeya Şiyê ne. 15 malbat ji xelkê wê yên resen hatin koçberkirin û li şşûna wan 15 malbat hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên tûgaya nehemîn ve tê kontrolkirin.
Hecîka jorîn û jêrîn: Ji 60 xaniyan pêk tê. Zêdetirî 30 malbat hatine koçberkirin û li şûna wan malbatên Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyan Hemzat ve tê kontrolkirin.
Hobka: Ji 35 xaniyan pêk tê û nêzîkî nîvê gundiyan hatin koçberkirin. Gund ji aliyê çeteyên Tûgeya nehemîn a bi ser Artêşa Niştimanî ve tê kontrolkirin.
Bonîka: Ji 20 xaniyan pêk tê. Nêzîkî ji sedî 70’ê xelkê gund ji cih û warên xwe koçber bûn û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên tûgeya nehemîn a bi ser Artêşa Niştimanî ve tê kontrolkirin.
Elemdara: Ji 40 xaniyan pêk tê. Ji sedî 70’ê xelkê gund hatine koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve tê kontrolkirin.
Mûskê: Ji 200 xaniyan pêk tê. Nêzîkî nîvê xelkê gund hatine koçberkirin û zêdetirî 100 malbat Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyan Hemzat ve tê kontrolkirin.
Çeqelme: Ji 22 xaniyan pêk tê. Nêzîkî 5 malbat hatine koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Lîwa El-Şamal ve tê konterolkirin.
Goliya jorîn: Ji 90 xaniyan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de nêzî ji sedî 90’ê xelkê gund hatine koçberkirin û li şûna wan 80 malbat Ereb hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Hemzat ve tê kontrolkirin.
Goliya Jêrîn: Ji 150 xaniyan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de nêzî ji sedî 90’ê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna koçberan nêzî 135 malbatên Ereb hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Hemzat ve tê kontrolkirin. Muxtarê gund bi navê Ekmel Nezmî Horo tê nasîn.
Gundê Şêx: Ji 40 xaniyan pêk tê. Nêzî 5 malbat ji gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Hemzat ve tê kontrolkirin.
Holîlê: Ji 80 xaniyan pêk tê. Nêzî ji sedî 60’ê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin.
Mamolo (jorîn û jêrîn): Ji 160 xaniyan pêk tê. Nêzîkî sedî 60’ê xelkê wê hatine koçberkirin. Niha li her du gundan 70 malbatên Kurd hene. Çeteyên Ehrar El-Şerqiyê gund kontrol dikin.
Çeqmoqo: Ji 30 xaniyan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de hemû xelkê gund koçber bûn. Piştî dagirkirina herêmê nêzî 20 malbat ji xelkê wê yên resen vegeriyan gund û li şûna xelkê koçber jî nêzî 10 malbatên Ereb hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye.
Xirêbê Silok: Ji 100 xaniyan pêk tê û nêzî ji sedî 40’ê xelkê gund hatin koçberkirin.
Elbîskê: Ji 50 xaniyan pêk tê. Nêzî nîvê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Çeteyên Sultan Murad gund kontrol dikin.
Bilîlko: Ji 120 malan pêk tê. Rêjeyek mezin ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûnê wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Ji ber cihê ya stratejîk li gund baregeheke ya artêşa dewleta Tirk heye.
Qere Baba: Ji 125 xaniyan pêk tê. Zêdetirî ji sedî 60’ê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin.
Kûso: Ji 35 malan pêk tê. Piraniya xelkê gund di dema êrîşên Tirkiyê de li gund asê man, ji ber wê hemû xelkê gund niha li wir in. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye.
Wilîklê: Ji 70 xaniyan pêk tê. Derdora 20 malbat ji gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye.
Dûdê: Ji 80 xaniyan pêk tê û derdora ji sedî 30’ê niştecihên wê yên resen hatine koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve tê kontrolkirin.
Gewanda: Ji 350 xaniyan pêk tê. Nêzî ji sedî 70’ê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûnê wan nêzî 100 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve tê kontrolkirin.
Sêmala: Ji 150 xaniyan pêk tê. Nêzî nîvê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve tê kontrolkirin.
Kûra: ji 100 malî pêk tê. nêzî nîvê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna Erebên hawirdor hatin bicihkirin. gund ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve tê kontrolkirin.
Çerxîta: Ji 40 xaniyan pêk tê. Ji ber dijminatiya di navbera gundiyan de gund vala bû. Lê piştî êrîşên Tirkiyê Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin.
Çeinkê: Ji 30 xaniyan pêk tê. Nêzî ji sedî 80’ê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feleq El-Şam de ye.
Firfirkê: Ji 15 xaniyan pêk tê. Hema bêje hemû xelkê gund li navenda navçeya Raco jiyan dikin lê, piştî êrîşên Tirkiyê Erebên hawirdor tê de bi cih bûne.