Gefa li ser Kurdîtiya Efrînê: Guhertina demografiyê - Şera (5)
Navçeya Şera jî mîna navçeyên din ên Efrînê piştî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a di 18’ê Adara 2018’an de para xwe ji polîtîkayên qirkirinê girt.
Navçeya Şera jî mîna navçeyên din ên Efrînê piştî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a di 18’ê Adara 2018’an de para xwe ji polîtîkayên qirkirinê girt.
Navçeya Şera yek ji navçeyên Efrînê yê ku bi dîroka xwe ya dewlemend, şûnwarên xwe yên dîrokî û bedewiya xwezaya xwe tê nasîn. Navçeya Şera jî mîna navçeyên din ên Efrînê piştî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a di 18’ê Adara 2018’an de para xwe ji polîtîkayên qirkirinê girt. Navçeya ku bi keleh, çem, bendav û şûnwarên xwe yên dîrokî tê nasîn, rojane bi polîtîkayên bişaftin û qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû dimîne.
NAVÊ XWE JI ŞER GIRT
Navê navçeyê ji serdemên kevnar ve bi navê Şera tê nasîn. Şera jî ji peyva şêr, qehremanî hatiye girtin ku xelkê navçeyê bi qehremaniya xwe dihatin nasîn. Navçe dikeve aliyê rojavayê deşteke kilsinî. Ji aliyê bakur-rojhilat ve 13 km. dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Ji ber hebûna kevirên kilsinî yên mezin, gor û bîrên kevir yên ku vedigerin serdema Romayê, diyar dibe ku herêmeke kevnar e. Li başûrê navçeyê gundê Xirbêt Şera heye ku gundekî kevnar e û bi geliyê Entûzê ku ji rojhilat ve tê ji hev vediqetin. Çandinî weke çavkaniyekî sereke ya navçeyê ye. 41 gund girêdayî navçeya Şerayê hene. Di vê navçeyê de gelek cihên dîrokî û şûnwarî hene ku xelkê ji her navçeyê berê xwe didan wan deveran û li wan cihan digeriyan.
Bi destpêkirina êrîşên Tirkiyê yên 20'ê Çile 2018'an a li ser herêma Efrînê û bi dagirkirina wê re hemû kiriyarên dermirovî li navçeya Şera hate kirin. Ji ber navçeya Şera navçeyke dîrokî ye û gelek cihên dîrokî tê de hene berî her tiştî xwestin wê dîrokê di çavê xelkê wê ya resen de birûxînin û tune bikin. Bi wê re demografiya guhertina navçeyê bi bicihkirina Erebên hawirdor û hin malbatên Tirkmen dest pêk bû.
Li gorî belgeyên ku Ajansa Nûçeyan a Firatê ji jêderên taybet hatine bidestxistin, hejmara malbatên Erebên hawirdor yên li navçeyê bi cih bûne wiha ne;
Xirêbê Şera: Ji 400 malan pêk tê û nîvê şêniyên gund koçber bûne. Li şûna koçberên gund Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Çeteyên Melak Şah gund kontrol dikin û muxtarê gund Îsa Mistefa Elo ye.
Navenda Şera: Ji 300 malan pêk tê û derdora 100 malbat koçber bûne. Nêzîkî 100 malbat li şûna koçberên gund hatine bicihkirin, navend ji aliyê çeteyên Melak Şah ve tê kontrolkirin û muxtarê gund bi navê Henan Ehmed Mûsilî tê nasîn.
Çemo: Ji 170 malan pêk tê hejmara serjmêriya gund digihije 1100 kesî. Di dema êrîşên Tirkiyê bi ser herêmê de hemû xelkê gund hatine koçberkirin. Piştî dagirkirina herêmê nêzî 90 malbat vegeriyane ku hejmara wan digihije 300 kesan û piraniya wan temen mezin in. Piştî wê nêzî 70 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Her wiha li rex gund nişteciheke hatiye avakirin. Gund ji aliyê çeteyên Melik Şah ve bi serkêşiya Hinêş tê kontrolkirin.
Omersimo: Ji 50 malan pêk tê û hejmara xelkê wê ya resen digihije 360 kesan. Piştî dagirkirina herêmê nêzî 13 malbat vergeriyane gund. Li gund li şûna xelkê ku bi darê zorê hatine koçberkirin, Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên artêşa El-Nuxbê ve bi serkêşiya Ehmed Cuma tê kontrolkirin.
Sînko: Ji 320 malan pêk tê û hejmara xelkê wê ya resen digihije 1700 kesan ku Kudên Êzidî û Misliman tê de dijîn. Di dema êrîşên Tirkiyê de hemû xelkê gund hatin koçberkirin. Piştî dagirkirina Efrînê jî nêzî 70 malbat li gund man. Her wiha zêdetirî 250 malbat ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Çeteyên Cebha El-Şamiyê gund kontrol dikin. Her wiha malê welatiyê Fadêl Berhî Çawîş ji xwe re weke nuqteyeke diyar kirine. Muxtarê gund bi navê Cangîn Çawîş tê naskirin.
Qurqulaqa Mezin: Ji 200 malan pêk tê û hejmara xelkê wê yên resen digihije 1000 kesan ku sedî 90 Kurd in û yên din jî Ereb in. Di dema êrîşên Tirkiyeyê de hemû xelkê gund hatin koçberkirin. Piştî dagirkirina herêmê nêzî 300 kes vegeriyan gund. Her wiha 100 malbatên ji Erebên hawirdor li şûna xelkê koçber hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve tê kontrolkirin.
Qurqulaqa Biçûk: Ji 50 xaniyan pêk tê û nêzî 20 malbat ji gund hatine koçberkirin. Li şûna koçberên gund nêzî 20 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve tê kontrolkirin. Muxtarê gund jî Fewzî Hisên Ebo Ferhad e.
Qitmê: Ji 800 malan pêk tê û hejmara xelkê wê yên resen digihije 3500 kesan. Xelkê gund Kurdên Êzidî û Misilman in. Piştî dagirkirina Efrînê tenê 500 kes di gund de man û zêdetirî 3000 kes di gund de hatine bicihkirin. Çeteyên Cebha El-Şamiyê gund kontrol dikin.
Berovo: Ji 85 malan pêk tê û nêzî 100 malbat ji xelkê wê yên resen in. Di dema êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tenê malbatek di gund de ma. Her wiha zêdetirî 40 malbatên ji xelkê wê yên resen, li navenda bajara Efrînê ne lê, komên çekdar nahêlin ku vegerin nav mal û milkên xwe. Li gund nêzî 50 malbatên ji Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.
Qerqîno: Li rex gundê Berovo ye. Ji 25 malan pêk tê û hejmara xelkê wê yên resen digihije 120 kesan. Di dema êrîşên Tirkiyê de tenê 10 kes di gund de man. Her wiha li şûna xelkê koçber nêzî 100 kesên Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin. Çeteyên Sulatan Murad gund Kontrol dikin.
Kefer Cenê: Ji 200 malan pêk tê û hejmara xelkê wê yên resen digihije 800 kesan. Di dema êrîşên Tirkiyê de hemû xelkê gund hatin koçberkirin. Piştî wê nêzî 500 kes dîsa vegeriyan. Li şûna xelkê koçber nêzî 400 kesên ji Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin. Çeteyên Cebha El-Şamiyê gund kontrol dikin. Gelek navend û zîndanên çeteyan di gund de hene. Li gund baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê heye û cihek taybet ji bo perwerdehiya leşkerî lê heye.
Gundê Dêrsiwanê: Gundekî kevnar e û ji 450 malan pêk tê ku 50 ji wan ji pêkhateyên Ereb in û yên mayî jî Kurd in. Di dema êrîşên Tirkiyê de her kes koçber bûne. Piştî dagirkirinê jî tenê 100 malbat vegeriyane û yên mayî hîna koçber in. Zêdeyî 400 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Zêdeyî 1000 kon bi awayekî belave li derdora gund hatine danîn. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad, bi serokatiya Hesen Lahibî de ye.
Meryemîn: Ji 700 xaniyan pêk tê û nêzî 100 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bickirin. Gundê Meryemînê weke gundekî Ereban tê hesibandin. Gund di bin kontrola çeteyên Cebha El-Şamiyê de ye û muxtarê gundê Zekeriya El-Bekrî ye.
Mereskê: Ji 78 xaniyan pêk tê û 41 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Cebha El-Şamiyê de ye
Kefr Mezê: Ji 79 malan pêk tê û 5 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatine bicihkirin, yên mayî ji şêniyên wê yên resen in, ku piraniya wan ji pêkhateya Ereb in. Di gund de malên Kurdan ne zêdeyî 10 mal in. Gund di bin kontrola çeteyên Şamiyê de ye û muxtarê gund Hîlal Osman Gedro ye.
Xalidiyê: Ji 14 malan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de piraniya malên gundiyan hatine rûxandin, tenê 3 mal saxlem mane. Li Şûna kavilên gund nişteciheke bi navê Kiweyt El-Rehmê hat avakirin.
Enabkê: Ji 500 malan pêk tê. Zêdetirî 80 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin. Xelkê gund ji pêkhateyên Ereb in.
Qestel Cindo: Gundeke Êzidî ne û ji 280 malan pêk tê. Di dema êrîşên Tırkiyê de piraniya xelkê gund hatin koçberkirin, tenê 30 malbat di gund de man ku hejmara wan digihije 60 kesan ku hemû jî temen mezin in. Piştî dagirkirina herêmê zêdetirî 300 malbatên Erebên hawidor li hatine bicihkirin. Çeteyên Cebha El-Şamiyê bi serkêşiya Welîd El-Ezazî gund kontrol dikin
Baflûnê: Gundeke Êzidî ye û ji 80 malan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de hemû xelkê gund hatin koçberkirin. Hin malbatên gund li di navenda bajarê Efrînê ne û dixwazin vegerin gundê xwe lê, komên çekdar rê li ber wan digre. Li şûna xelkê koçber nêzî 150 malbatên ji Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin. Her wiha li gund niştciheke hatiye avakirin. Gund ji aliyê çeteyên Cebha El- Şamiyê ve tê kontrolkirin.
Êkîdam: Nêzî nîvê xelkê gund ji aliyê komên çete ve hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Sultan Murad ve bi serkêşiya Ereba Idrîs ve tê kontrolkirin. Muxtarê gund bi navê Nebîh Cafer Omer tê nasîn.
Helobî: Çeteyên Sultan Murad bi serkêşiya Ebo Mehmûd El-Sufêrî gund kontrol dikin. Gund weke hermeke leşkerî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve tê bikaranîn.
Dêrwîşa Şera: Gund ji aliyê çeteyên El-Nuxbê ve tê kontrolkirin. Du nuqteyên koma çeteyan di gund de hatiye avakirin. Tenê sedî 40’ê xelkê gund yên resen li gund mane, yên din Erebên hawirdor in ku hatine bicihkirin. Muxtarê gund Mihemed Îsa ye.
Zêtûnekê: Nêzî sedî 40’ê xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çete Kerîm El-Luheybî ve tê kontrolkirin. Muxtarê gund Mustefa El-Elî ye û bi navê Cefo tê nasîn.
Şîltehtê: Çeteyên Sultan Murad bi serkêşiya çete Ebo Odeyî gund kontrol dikin. Sedî 90’ê gund Erebên hawirdor in ku hatine bicihkirin. Muxtarê gund bi navê Ebo Omer tê nasîn ku bi eslê xwe Tirkmen e.
Erebwêran: Çeteyên Cebha El-Şamiyê gund kontrol dikin. Li gund rêjeya Erebên hawirdor li gorî xelkê gund sedî 25 e. Muxtarê gund bi navê Mihemed Nebî Deran tê nasîn. Piraniya xelkê gund jî ji pêkhateya Ereb in.
Elkê: Çeteyên Sultan Murad bi serkêşiya Ebo Ferhan gund kontrol dikin. Li gund rêjeya Erebên hawirdor li gorî xelkê gund sedî 80’î ye. Muxtarê gund bi navê Ferhad Mihemed tê nasîn.
Vêrgan: Piraniya xelkê gund ji pêkhateya Ereb in. Li gund rêjeya Erebên hawirdor li gorî xelkê gund sedî 50’î ye. Gund ji aliyê çeteyên Ceha El-Şamiyê bi serkêşiya Ebo Mihemed Ebo Bîlal tê kontrolkirin. Muxtarê gund bi navê Elî Îsa tê nasîn.
Gobeleko: Gund ji aliyê çeteyên Melek Şah bi serkêşiya Hinêş tê kontrolkirin. Li gund rêjeya Erebên hawirdor li gorî xelkê gund sedî 50’î ye. Her wiha zêdetirî 12 malbatên ji Erebên hawirdor ku piraniya wan ji Helebê ne, li gund hatine bicihkirin. Muxtarê gund jî bi navê Reşîd Hesfetîk tê nasîn.
Mersawa: Çeteyên Sultan Murad gund bi serkêşiya Odeyî kontrol dikin. Di gund de zîndanek ji aliyê çete Mustefa Omer bi nasnav Nato tê kontrolkirin. Li gund rêjeya Erebên hawirdor li gorî xelkê gund sedî 50’î ye û piraniya wan ji Humus in. Muxtarê gund Hesen Hec Hesen e.
Meydankê: Bajarok ji aliyê gelek koman ve tê kontrolkirin weke, Feyleq El-Şam, El-Mutasêm, Rical El-Hereb, El-Nuxbê. Di dema êrîşên Tirkiyê de hemû xelkê gund hatin koçberkirin lê, piştre nêzî sedî 30’ê xelkê bajarokê vegeriyan gund. Her wiha nêzî 550 malbatên ji Erebên hawirdor li şûna xelkê koçber hatin bicihkirin.
Keferom: Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad bi serkêşiya Ebû Ferhan de ye. Ji sedî 50’î şêniyên gund koçber bûne. Muxtarê gund Mihemed Cefer e.
Alciya: Ji 50 xaniyan pêk tê, di dema êrîşan de her kes koçber bû û piştre nêzîkî nîvê gund vegeriyan. Li gun şûna wan jî Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Muxtarê gund Nûrî Mihemed El-Ezîz e.
Matîna: Ji 200 xaniyan pêk tê û nêzîkî 100 malbat koçber bûne. Gelek Erebên hawirdor di malên vala de hatine bihcihkirin. Çeteyên Sultan Murad gund kontrol dikin.
Naza: Ji 165 malan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de hemû xelkê gund hatin koçberkirin lê, piştre nêzî 55 malbat dîsa vegeriyan. Li gund nêzî 110 malbatên ji Erebên hawirdor di malên gundiyan de hatinebicihkirin. Çeteyên Feyleq El-Şam gund kontrol dikin.
Qaretepe: Ji 200 malan pêk tê. Nêzî nîvê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Sulatan Murad ve tê kontrolkirin.
Mezraa: Ji 100 malan pêk tê û hemû ciwanên gund koçber bûne. Li gund nêzî 50 malbatên ji Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Cebha El- Şamiyê ve tê kontrolkirin.
Diroqliya: Ji 200 malan pêk tê. Nêzî 125 malbat ji gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund ji aliyê Feyleq El-Şam ve tê kontrolkirin.
Serîncekê: Ji 150 xaniyan pêk tê. Piraniya gundiyan koçber bûne û derdora 145 mal di malên koçberan de hatine bicihkirin. Çeteyên Suqûr El-Şemal gund kontrol dikin.
Dîkmedaş: Ji 125 xaniyan pêk tê. Nêzîkî 9 malbatên şêniyên wê yên resen koçber bûne û li şûna wan Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola Cebhe El-Şamiye de ye û muxtarê gund Subhî Henîf Husên e.
Maşolê: Ji 150 malan pêk tê. Li gund 100 malbat koçber bûne û li şûna wan Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Çeteyên Sultan Murad gund kontrol dikin.
Omara: Ji 180 xaniyan pêk tê. Li gund nêzî 130 mal ji cih û warên xwe koçber bûne û çete li malên koçberan hatine bicihkirin. Çeteyên Cebha-El-Şamiyê gund kontrol dikin û muxtarê gund Henan Nûrî Elîwî ye.
Qestala Kişk: Ji 100 malan pêk tê. Li gund 20 malbat koçber bûne û li şûna wan Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de û muxtarê gund bi navê Hikmet Şêx Nesan tê nasîn.
Ereb Cuma: Hemû xelkê wê ji pêkhateyên Ereb in. Di dema êrîşên Tirkiyeyê de hemû xelkê wê koçberî herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bûne. Di dema êrîşên Tirkiyê li ser herêma Efrînê xelkê gund bi hevkariya çeteyên dewleta Tirk êrîşî Efrînê kirin.
Li gundên navçeya Şera yên li ser sînora Tirkiyeyê yên weke Dîkmedaş, Îkîdam, Şîlteh, Mersewa û gelek gundên din, bi piranî Tirkmen tên bicihkirin. Her wiha gund di bin kontrola koma çeteyên Sultan Murad yên Tirkmen de ne. Bi wê yekê re hem Ereban bi cih dikin hem jî pêvajoyeke nû ya Tirkmenkirinê li herêmê pêk tînin.
Pêngava guhartina demografîk bi bicihkirina Erebên hawirdor û hin Tirkmenan li gundên Şêrewayê sînordar nema; li kêleka bicihkirina xelkên ji derve, niştecih ango malên mêtîngeriyê li gundên Şêrewayê tên avakirin yên weke;
Nişteciha gundê Elkê: Ev nişteceh ji 350 xaniyan pêk tê, piştgiryê ji Komeleyên Xelîcî yên wek Qeter û Kiwêt tê. Ev niştecih bi taybet ji bo welatiyên Himsê tê avakirin, mezinahiya her malek 120 m. ne û hîn bi dawî nebûye.
Nişteciha Şera: Nêzî mefreqa gundê Metîna ye, piştgira wê ji aliyê Komeleya Bê Sînor a Qeterî "Cemyêt El Qatariyê Bîla Hidûd û Rêxistina Buhar û Kizilayê tê ku piştgiriya xwe ji Îxwana digire. Nişteceh ji 200 mal pêk tê û piraniya wan ji welatiyên Himsê ne. Rêxistina Buhar av, tiştên xwarinê û germkirinê ji wan re peyda dike.
Nişteciha Çema: Ev niştecih nêzî gundê Çema û Şera ye û çêkirina wê didome. Rêxistina IHH yê a Tirk piştgirî dide. Di nav de 150 mal hene û ji bo zêdekirinê re vekiriye.
Nişteciha Hirşa Umera: Ev niştecih li gundê Umera dikeve yê girêdayî navçeya Şerayê û hîn temam nebûye.
Nişteciha Baflînê: Niştecih nêzî gund hatiye çêkirin yên ku walatiyên wê bi zorê kuçberî kirin mal û milkên wan li nişteciyan belavkirin û alîkariyên madî 200 dolar ji bo ku xaniyan li ser wan erdan yên ku dane wan bigirin, ev tişt bi alîkariyên Komeleya El Beyen a Qeteryan çêbû, Niştecihê bi navê kampa alîkarî "Kampa El Taawin" hatiye binavkirin. Di nav de nêzî 70 mal hatine çêkirin, piraniya kesên li wir dîminin welatiyên gundewarên Şamê ne. Armanca wan ji holê rakirina nasnemya gund e.
Nişteciha li Şehîdlika Ş.Refîq: Ev niştecih li ser qada kombûna gel yê kêleka gorên Şehîdan hatiye avakirin. Di nav de zêdetirî 200 xanî hene. Rêxistina Buhar piştgiriya niştecihê dike.
lê yê ku xaniyan çêdike derbaskirina tîmên luqahê Korona Rêxistinên Qeterî Kiwêtî dikin, ji ber mesrefa luqahê avakirina niştecehan wan dikin.