Gefa li ser Kurdîtiya Efrînê: Guhartina demografiyê – Cindirêsê (7)

Bi dagirkirina Efrînê re, Tirkiye bi hevkariya çeteyên wê hemû rê û rêbaz bikar anî; ji bo nasnameya Efrînê biguherîne, yek ji wan rêbazan jî bicihkirina Erebên derdor ên ji deverên cuda bû.

Cindirêsê, dergûşa dîrok û şaristaniya rojavayê Kurdistanê ye, hemû dîrok û şaristaniyê di nava xwe de dihewîne. Bi hemû wateya xwe baxçeyek bedewiya xwezayê ye, bi deşta xwe ya fireh a kesk. Li derdora Cindirêsê bi dehan gundên Kurdan hene ku her yek ji wan xwedî çîrokek bi dîrok û şaristanî ye di dirêjahiya dîroka mirovahiyê de. Yekem navçe ye li herêma Efrînê di warê çandinî, aborî de xwediyê jêderek bingehîn a herêmê ye.

Navçeya Cindirêsê ji aliyê bakur-rojava ve 80 km dûrî bajarê Helebê ye, li dawiya başûrê navçeyê rêzeçiyayê Cebel El-Ekrad heye. Di deşteke bi bereket de li kêleka bakurê çemê Efrînê, bi dûrahiya 3 km ji rojava heta deşta kûr dirêj dibe. Bi navê Deşta Cumê tê nasîn û lûtkeyên çiyayê Amanosê vê deştê ji deryaya Navîn vediqetîne. 50 km li bakurê rojavayê Cindirêsê Kendava Îskenderûnê ye. Bajarokê Cindirêsê 18 km ji aliyê bakur-rojavayê ve dûrî bajarê Efrînê ye.

Herêma navçeya Cindirêsê di serdema deshilatdariya rejîma Baas de jî, rastî guhertineke demografîk hat. Di serdemên ku rejîma Surî dest bi pêngava kembera Erebî kir û ji herêma Cizîrê de destpê kir li navçeya Cindirêsê jî rastî pêngaveke xeter ji guhertina demografîk hat. Bi hezaran malbatên Ereb ji deverên cuda cuda bi darê zorê li navçeya Cindirêsê û gundên wê hatin bicihkirin. 

Bi destpêkirina êrîşên Tirkiyê yên 20'ê Çile 2018'an a li ser herêma Efrînê û bi dagirkirina wê re hemû kiriyarên dermirovî li navçeya Şera hate kirin. Ji ber navçeya Şera Navçeyeke dîrokî ye û gelek cihên dîrokî tê de hene berî her tiştî xwestin wê dîrokê di çavê xelkê wê ya resen birûxînin û tune bikin. Bi wê re demografiya navçeyê bicihkirina Erebên derdor û hin malbatên Tirkmenî destpê bû.

Li gorî belgeyên ku ANF’ê ji jêderên taybet bi destxistine, bi hejmara malbatên Erebên derdor ên li navçeyê bi cihbûne wiha ne.

Navenda navçeya  Cindirêsê: Navenda navçeya Cinsirêsê mezintirîn navçeya Efrînê ye, hejmara xaniyên wê digihêje 3000 mal. Lê piştî Erdheja 6'ê Sibatê hejmarek mezin ji malên xelkê Cindirêsê zirar dîtin, nêzî 250 mal bi temamî hatin rûxandin û 1110 xanî jî zirar dîtin. Di dema êrîşên dagirkeirya Tirk de hejmarek mezin ji xelkê navçeyê hate koçberkirin û li şûna wan zêdetirî 1,000 malbat ji Erebên hawirdor li şûna koçberan hatin bihcihkirin. Her wiha piştî Erdheja 6'ê Sibatê rêbazên gelek xirab ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hate kirin weke dizîna pere û zêrên xelkê yên di bin kavilan de mane. Çeteyên Ehrar El-Şerqiym, Ehrar El-Şam û Feyleq El-Şam navçeya Cindirêsê kontrol dikin û li kêleka baregeke leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser gira navçeyê heye.

Xalta: Ev gund ji du beşan pêk tê; Rojava û Rojhilat, ji 200 xaniyan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen nêzî 1200 kes e. Piştî şerê Berxwedana Serdemê tenê 75 mal ku nêzî 300 kes in di gund de man. Li şûna koçberan zêdetirî 50 malbat ji Erebên hawirdor hatin bihcihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de ye û ji xwe re malên gundiyan weke malê Elî Ehmed Eşûn û Hesen Hemo weke navendekê leşkerî dibînin.

Ceqelê Cumê: Ji 100 xaniyan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen nêzî 500 kes e, hem Ereb hem jî Kurd her wiha hem Êzidî hem jî Misilman li gund jiyan dikin. Di dema êrîşên Tırkiyê de nêzî 30% ji xelkê gund hatin koçberkirin. Her wiha li şûna wan zêdertirî 30 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ve tê kontrolkirin.

Kora: Ji 160 xaniyan pêk tê. Nêzî 1100 kes in. Di dema êrîşên dagirkeriya Tırkiyê bi ser herêmê ve hemû xelkê gund hatin koçberkirin. Piştre nêzî 90% ji xelkê gund vegeriyan li kêlek bicihkirina 250 kes ji Erebên hawirdor. Li kêleka gund jî çadir hatine vedan. gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şam de ye.

Miskê Jorîn: Ji 70 malan pêk tê. Ji derveyî malbatekê hemû xelkê wê Kurd in. Hejmara xelkê wê ya resen nêzî 450 kes e. Di dema êrîşên Tırkiyê de nêzî 100 kes hatin koçberkirin û li şûna wan 30 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Li kêleka hebûna kampek li kêleka gund. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de ye.

Miskê Jêrîn: Ji 40 malî pêk tê. hejmara xelkê gund nêzî 200 kes in ku 150 jê Kurd in û yên din Ereb in. Di dema êrîşên Tirkiyê de nêzî nîvê xelkê gund hatin koçberkirin her wiha zêdetirî 12 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de ye. 

Bircikê: Ji 30 malan pêk tê. 8 malbat ji pêkhateyên Ereb in û yên din jî malbatên Kurd in. nêzî 50% ji xelkê gund hatin koçberkirin û tenê 13 malbat di gund de man û 20 malbat ji Erebên hawirdor li şûna xelkê koçber hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de ye.

Qîlê: Ji 20 malan pêk tê. Nêzî 5 malbat ji gund hatin koçberkirin û li şûna wan 6 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de ye.

Ebo Keibê: Ji 45 xaniyan pêk tê. nêzî 300 kes di gund de jiyan dikin hemû jî ji pêkhateya Ereb in. Di dema êrîşên Tirkiyê de 50% ji xelkê gund hatin koçberkirin û 10 malbat ji Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de ye. 

Qilkê: Ji 40 malan pêk tê. Nêzî 175 kes di gund ji xelkê wê ya resen hene. Di dema êrîşên Tirkiyê de hemû xelkê gund hatin koçberkirin pişte nêzî 70% ji xelkê gund vegeriyan û zêdetirî 12 malbat ji Erebên hawirdor li şûna koçberan hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye. 

Aşka Rojava: Ji 300 malan pêk tê. Hejmara xelkê wê ya resen nêzî 1500 kes e. Dema êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bi ser herêmê ve nêzî 30% ji xelkê gund man û yên din hatin koçberkirin û li şûna wan zêdertirî 300 malbat ji Erebên hawirdor li gund  hatin bicihkirin. Li kêleka avakirina hejmarek mezin ji çadiran li rex gund ta ku niştecihên din tê de bicihbibin. Gund ji aliyê çeteyên Lîwaa El-Waqas ve bi serkêşiya çete Ebo Îmad tê kontrolkirin û ji xwe malê Mihemed Heyder Minle yên ku koçber bûye weke navendekê dibîne.

Baflorê: Ji 80 malan pêk tê. Nêzî 25% ji xelkê wê hatin koçberkirin û li şûna wê malbatên ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de bi serkêşiya Ebo Esed ên ku bi xwe ji xelkê Hesekê ye, de ye. muxtarê gund bi navê Ferîd Mistife tê naskirin. 

Mezreaya Qersaq: Ji 90 xaniyan pêk tê. Tenê 2 malbatên Kurd tê de jiyan dikin û yên di jî Ereb in. Hemû xelkê wê tevlî nav refên çeteyên Nor El-Dîn Zênkî bûne. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye 

Kefer Sefrê: Ji 1,200 malan pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de hemû xelkê wê hatin koçberkirin. Piştre nêzî 800 mal vegeriyan gund, li kêleka wê 400 malbat ji Erebên hawirdor hatine bicihkirin. Li darastina Qazilqê de (Goristana şehîd Seydo) yê ku nêzî gund e, gelek çadir yên Erebên hawirdor hatin vedan. Gund di bin kontrola çeteyên Semeqend de ye. 

Keferdelê Jêrîn û Jorîn: Ji 150 malan pêk tê. Nêzî 20% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan 30 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye. 

Bozîkê: Ji 26 malan pêk tê. Nêzî 15 malbat ji Erebên hawirdor li gund hatin bicihkirin.  

Bitêtê: Ji 35 malan pêk tê. Erebên hawirdor tê de bi cih dibin. 

Feqîra: Ji 110 malan pêk tê. Hemû şêniyên gund Kurdên Êzidî ne. Tenê 46 malbat ji xelkê wê ya resen di gund de man û nêzî 64 malbat ji Erebên hawirdor tê de hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye. 

Celemê: Ji 140 malan pêk tê. Nêzî 80 malbat ji gund hatin koçberkirin û li şûna wan 100 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Li kêleka wê gelek çadirên belav di derdora gund hatine vedan. Çeteyên Feyleq El-Şam gund kontrol dikin. 

Remodiyê: Ji 70 malan pêk tê. Nêzî 15 malbat ji gund hatin koçberkirin û li şûna wan malbatên Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola Nor El-Dîn Zênkî de ye.

Hemîlkê: Hemû xelkê wê ji pêkhateyên Ereb in, ji 35 malan pêk tê. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şerqiyê de ye. 

Yelanqozê: Ji 60 malan pêk tê. Nêzî 50% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên El-Şerqiyê de ye. 

Sindiyankê: Ji 30 malan pêk tê. 5 malbat ji xelkê gund ên resen bi darê zorê hatin koçberkirin û li şûna wan Erebê hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên El-Şerqiyê de ye  

Hecîler: Ji 150 xaniyan pêk tê. Ji ber piraniya xelkê gund ji pêkhateyên Ereb in; beşek biçûk ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna xelkê koçber 10 malbat ji Erebên hawirdor hatin bicihkirin. 

Qurbê: Ji 40 malan pêk tê. Nêzî 7 malbat ji xelkê wê ya resen hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de ye 

Aşka Rojhilat: Ji 65 xanî pêk tê. nêzî 40% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Nor El-Dîn Zênkî de ye

Axcelê: Ji 70 malan pêk tê. Nêzî 20% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Ahrar El-Şerqiyê de bi serkêşiya çete Ebo Betol de ye, Muxtarê gund bi navê Qaziqlî Hec Ehmed tê naskirin.

Hec Iskender: Ji 60 malan pêk tê. Nêzî 10% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wê Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Artêşa El-Şerqiyê de ye 

Hemamê: Ji 100 malan pêk tê. Nêzî 10% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên El-Şerqiyê de ye

Nisriyê: Ji 40 malan pêk tê. Nêzî 10% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. 

Dêr Belot: Ji 60 malan pêk tê. Nêzî 20% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye.  

Mile Xelîl: Ji 30 malî pêk tê. Nêzî 20% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye.

Dêwa: Ji 70 malan pêk tê. Nêzî 10% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye. 

Til Silor: Ji 120 malan pêk tê. Nêzî 30% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Feyleq El-Şam de ye li kêleka wê hecizek hevbeş a artêşa Tirkiyê li gund heye.  

Firêriyê: Ji 250 malan pêk tê. Nêzî 20% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye. Muxtarê gund bi navê Cemîl Ehmed Mihemed tê naskirin.

Til Hemo: Ji 55 malan pêk tê. Nêzî 40% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye. Muxtarê gund bi navê Ednan Ehmed tê naskirin. 

Kanî Gewrikê: ji 65 malan pêk tê. Nêzî 40% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Artêşa El- Şerqiyê ye. 

Çobana: Ji 65 malan pêk tê. Nêzî 30% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar El-Şam de ye. 

Qijûma: Ji 70 malan pêk tê. Nêzî 10% ji xelkê gund hatin koçberkirin û nêzî 10 malbat ji Erebên hawirdor li şûna wan hatin bicihlkirin.

Gazê: Ji 60 malan pêk tê. Nêzî 10% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wê Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de ye. 

Tetero: Ji 20 malan pêk tê. Nêzî 90% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sermeqend de ye. 

Hesîrkê: Ji 20 malan pêk tê. Hemû xelkê wê ji pêkhateyên Ereb in. Gund di bin kontrola çeteyên El-Weqas de ye. 

Xarza: Ji 25 malan pêk tê. Nêzî 30% ji xelkê gund hatin koçberkirin. Çeteyên Nûr El-Dîn Zênkî gund kontrol dikin. 

Satiya: Ji 70 malan pêk tê. Nêzî 10% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de ye.

Korkan: Ji 70 malan pêk tê. Nêzî 20% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Sultan Murad de ye.

Çolaqa: Ji 75 malan pêk tê. Nêzî 10% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna wan Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên El-Hemzat de ye. 

Rifetiyê: Ji 30 malan pêk tê. Ev gund bi navenda navçeya Cindirêsê ve girêdayî ye nêzî 60% ji xelkê gund hatin koçberkirin û li şûna Erebên hawirdor hatin bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên artêşa El-Nesir de ye.  

Mehmediyê: Hemû xelkê wê ji pêkhateyên Ereb in. Ji 100 malan pêk tê. Gund di bin kontrola artêşa El-Nesir de ye.

Pêngava guhartina demografîk di bicihkirina Erebên hawirdor û hin Tirkmenan  i gund û navçeya Cindirêsê de sînordar nema; lê li kêleka bicihkirina xelkên ji derve hatine gelek niştecih ango malên mêtîngeriyê li gundên Cindirêsê tên avakirin; weke: 

1 - Nişteciha Hec Hesna: Ev niştecih dikeve ciyayê şewitî yê girêdayî navçeya Cindirêsê, têde 247 avahî hene, van avahiyan bi alîkariya Saziyên Alîkarî û Pêşketinî "Saziya El Tenmiyê we Elixasê", ev sazî ji aliyê wê yê derve Itîlaf piştgiriyê wê dike.

2 - Nişteciha Dêr Belûtê: Ev niştecih dikeve gundê Dêr Belûtê, wek tê zanîn ev niştecih li Efrîn û navçeya Cindirêsê herî mezin e. Piştgiriya vê niştecihê ji aliyê Saziya Şefeq a Tirkî "Munezemêt Şefeq El Turkiyê" û saziya xudîkirina Jinebiyan "Munezamêt Îalêt El Eramêl" û Saziya Bi Keremet jiyan kirin yê girêdayî Filistînê "Cemyêt Eyş Bi Karamê El Filistîniyê" ve tê kirin.

3 - Nişteciha Ciyayê Qaziqlî: Ev niştecih dikeve navçeya Cindirêsê, alîkariya xwe ji Komeleya Destên Sipî ya Kiwêtî "Cemiyêt Eyedî El Beydaa El Kiwêtê" digre. Têde 250 avahî hene, têde walatiyê Filistînî yên ku li gundwarê Şamê jiyan dikirin bi cih dibin.

4 - Nişteciha Mile Xelîla: Ev nişteceh dikeve ser sînora Idlibê û gundê Mile Xelîla, ev nişteceh ji aliyê Saziya Şefeq û Komaleyên Qeterî ve tê amadekirin. Lê ji ber sedemên ne nas hate sekinandin.

5 - Nişteciha Axcelê: Ev niştecih li ser erdên Komelê tê amadekirin û dar lê tên birîn û erd tê duzkirin.