Dewleta Tirk li ser esasê dijmihatiya Kurdan dîplomasiya xwe didomîne û li beramberî vî tiştî partiyên siyasî yên Rojava nerazîbûnê nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Dewleta Tirk re didin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê Salih Gedo diyar kir ku têkiliya PDK’ê ya bi Dewleta Tirk re şaş e û got: “Ev têkiliyên hanê xizmeta çareseriya kêşeya Kurdan nake.”
Gedo desnîşan kir ku pêdiviya Kurdan bi kongreya yekîtiya neteweyî û got: “Nêrîna Dewleta Tirk li ser dijmihatiye Kurdan e. Divê hemû Kurd bi yekdengî li hemberî vê plana dewleta Tirk helwesta xwe diyar bikin.”
‘EV TÊKILIYÊN HANÊ XIZMETA ÇARESERIYA KÊŞEYA KURDAN NAKE’
Gedo diyar kir ku PDK û ENKS ji bo berjewendiyên xwe têkiliyan bi Dewleta Tirk re datînin û ev gelekî “neyînî” ye û got:
“Herî zêde AKP û Dewleta Tirk dijminatiya Kurdan dike. Naxwaze ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê Kurd bibin xwedî statu. Di 25’ê Nîsana 2017’an de bi 26 balefiran êrîşî Qereçox û Şengalê kirin. 20 hevalên me şehîd bûn. Herî zêde Dewleta Tirk dijminatiya Kurdan dike. Mirov xemgîn dibe ku hinek kes ji ser Rojava têkiliyan bi Dewleta Tirk re deynîn.
Pêdiviya Kurdan bi kongreya neteweyî heye. Lê hin hêz heta niha naxwazin ev kongre were amadekirin. Ji ber ku Dewleta Tirk û hin dewlet naxwazin yekîtiya Kurdan pêk were.”
“ME DIXWEST BIBÊJE KU ERDOGAN DEREWÎN E”
Gedo qala rayedarên PDK’ê kir ên ku ligel Erdogan bi heman konseptê çûn serdana serokê DYA’yê Trûmp û got: “Me dixwest dema Mensûr Barzanî çû Amerîkayê bibêje ‘Erdogan derewan dike’. Li hemberî êrîşên li ser Rojava, Bakur û Başûr Mensûr piştgiriya Erdogan dike û ev helwesteke qirêj û şaş e. Helwesta Kurdan divê parastina Kurdan be. Têkiliyên bi Erdogan re xizmetê li çareseriya kêşeya Kurdan nake.
Dewleta Tirk helwesta xwe li ser dijminatiya Kurdan ava kiriye. Divê Kurd jî bi yekdengî li hemberî planên dewleta Tirk bisekinin.”