Foruma Efrînê: Divê Tirkiye were darizandin û cezakirin

Di Forûma Efrînê de ku li Qamişloyê hate kirin, sûcên dewleta Tirk hate belgekirin û hate xwestin ku li dadgehên cezayê yê navnetewî were darizandin.

Serokê Komîteyên Parastina Azadiyan Daniel Saud tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî şer û li dijî mirovahiyê pêk tîne û wiha got: “Ev binpêkirinên ku artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li dijî sivîlan pêk tînin, xetereya li ser mafên mirovan e.”

Komcivîna navneteweyî ya qirkirina etnîk û guhartina demografîk li Efrînê li navçeya Amûdê di roja sêyemîn de dewam dike. Ji ber hin sedeman, serokê Komîteyên Parastina Azadiyan Daniel Saud nekaribû beşdarî komcivînê bibe, lê rapora xwe bi rê kir. Rapor ji aliyê nûnerê wî Mesûm Îbrahîm ve hate xwendin.

Di raporê de hate gotin ku Neteweyên Yekbûyî û piraniya dewletên cîhanê li hember êrîşên dewleta Tirk li ser axa Sûriyê ji sala 2011`an ve heta dagirkirina Efrînê, bêdeng in. Di raporê de hate destnîşankirin ku li bajarê Efrînê hêzên civakî şerê hêzên terorê kir û li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û çekdarên wê li ber xwe dan.

Xwedîderketina li qanûnên navneteweyî yên mirovî

Di raporê de hate teqezkirin ku qanûnên navneteweyî yên mirovî tê wateya ku dewletên ev qanûn pejirandine û yên nepejirandine , divê li gorî van qanûnan tev bigerin û li hemberî wê bi berpirsyariya xwe rabin.

Hate destnîşankirin ku êrîşên dewleta Tirk li ser perestgehan, goran, cihên çandî û nexweşxaneyan binpêkirina qanûnên navneteweyî û mirovî ye.

Êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên wê li ser Efrînê

Di raporê de hate gotin ku hêzên dagirkeriya Tirk derbasî beşek ji axa Sûriyê bûn û li hemberî raya giştî ya cîhanê û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê sekinî û wiha pê d çû: “Tirkiyeyê li gorî hevpeymana Rûsya û Îranê hêzên xwe li parêzgeha Idlibê belav kirin. Armanc ji vê yekê şerê li dijî Yekîneyên Parastina Gel e.”

Berdewama raporê wiha ye:

DAGIRKIRINA EFRÎNÊ, QANÛNÊN NAVNETEWÎ Û MIROVAHÎ

Dema ku aloziya Sûriyê gihîşt asta şerekî çekdar a ne navneteweyî, gelek rewşên qanûnî li herêmên aloz derketin û hemû bi pîvanên qanûnên navneteweyî yên mirovahiyê bi encam bûn. Ew qanûn berpirsyarî û erkên hemû aliyên şer in.

Şerê ku niha li Sûriyê rû dide, şerê çekdarî ne navneteweyî, li gorî pîvanên navneteweyî û pêkanîna biryarên qanûnî navneteweyî mirovî ye, divê girêdayîbûna naskirina rewşa li xaka Sûriyê li ser hevpeymanên Cinêvê û qanûna urfî ya şeran bi rêya wê dê mayîna binpêkirinên qanûnên navneteweyî ya mirovî bê dîtin.

Hin kiryarên çekdarên artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê:

1- Qirkirina etnîkî

2- Bikanîna sûcên qirkirina komî

3- Binpêkirinên mafên jinan

4- Kuştin û bi laşan lîstin

5- Dadgehên derveyî qanûnan

6- Dîzin û desteserkirin

7- Şewitandina pirtûkan, belge û şûnwarên dîrokî

8- Rûxandina perestgehan

9- Revandin û kuştin

10- Revandina zarokan û ew wek rehîne girtin

11- Gulebaran û teqîn.

Ew mînakên ji sûcên şer û sûcên navneteweyî li dijî mirovahiyê ne, ew binpêkirinên xeter ji mafên mirovan re ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê ve li dijî sivîlan hatine kirin, artêşa Tirk a dagirker û komên çekdar gelek sûcên şer der heqê sivîlên Efrînê de kirin û rojane pêk tên, ev yek jî êdî urfên navneteweyî û zagonên şer derbas kirin, ev kiryarên sûcî, hevpeymana Cinêvê ya di 12/8/1949’an de binpê dike.

Li gorî pîvanên navneteweyî û bi taybet biryarên qanûnên navneteweyî mirovî û rêgezên qanûnên navneteweyî ya giştî girêdayî têkiliyên di navbera dewletan li gorî mîsaqa Neteweyên Yekbûyî û ragihandina Neteweyên Yekbûyî ya mafên mirovan, ragihandina netewên yekbûyî ji bo cudakariyê bi hemû rengê wê ku ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hejmar 1904 di dîroka 20/11/1963’an de biryar hate dayîn. Hemû kiryarên Tirkiyeyê li dijî biryarên hevpeymana Lahey a rêzgirtina qanûnan û urfên şer ku di 1907’an de hate kirin, her wiha hevpeymana Cinêvê ya 4 ya parastina sivîlan di sala 1949’an de, protokola beşa yekemîn di hevpeymana Cinêv a 4, her wiha li dijî rêgezên qanûnên navneteweyî ya girêdayî têkiliyên dewletan a mîsaqa Neteweyên Yekbûyî û li dijî biryarên hevpeymanên navneteweyî a mafên mirovan û dijî ragihandina cîhanî ya mafên mirovan di 10`ê Kanûna 1948’an de a biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, her wiha bi armancên Neteweyên Yekbûyî û biryarên mîsaqê binpê dike.

Daxwaz

Ji ber ku em dagirkirina Efrînê sûcekî ne rewa dibînin û ne li gorî pîvan û xwestekên Neteweyên Yekbûyî û qanûna navdewletî ne, ji ber wê em hemû binpêkirinên hêzên dagirkiriya Tirkiyeyê şermezar dikin û em banga van xalan dikin:

1) Divê artêşa Tirk a dagirker û hevkarên wê ji Efrînê û hemû herêmên Sûriyê ku dagir kirine, vekişin.

2) Binpêkirina dewleta Tirk a dagirker û encamên operasyonên leşkerî li Efrîn a Bakurê Sûriyê (Bipêkirina li dijî sivîlên Sûriyê, koçberkirina wan bi darê zorê û zirarên mirovahî) werin teşhîrkirin.

3) Divê çarenûsa kesên revandî were diyarkirin û girtiyên li gel artêşa Tirk a dagirker û fesîleyên çekdar ku hevkariya wan dikin (jin, zarok û mêr) bê qed û şer serbest werin berdan, her wiha divê hêzên dagirker li Efrînê  bedel li şûna zararên ku gihîştine kesên ku hatine revandin û neçarî koçberiyê bûne, bide.

4) Bi awayekî lezgîn çarenûsa kesên winda diyar bike û kesên ku hîn dijîn, kesên ku ji ber sedemên siyasî û ne siyasî hatine kuştin, diyar bike.

5) Komîteyeke qezayî, serbixwe, paqij û zelal bi tevlîbûna nûnerên Federaliya Sûriyê ya mafên mirovan, rêxistinên ku parastina mafên mirovan dikin, mafên jinên Sûriyê were avakirin da ku hemû bipêkirin û hovîtiya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ji destpêka ku Efrîn dagir kirine û heta roja îro hatine kirin, werin diyarkirin. Her wiha ji bo kesên ku destê wan di kuştin û birîndarkirina sivîlan de heye radestî dadgehên herêmî û navdewletî werin kirin û hesab ji wan were xwestin.

6) Bang li rêxistinên mafên mirovan û sivîl ên Sûriyê were kirin da ku hemû sûcên li dijî mirovahiyê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li Efrînê û gundewarên wê ji destpêka ku Efrînê dagirkirine û hera roja îro werin belgekirin. Her wiha ji bo vekirina dosyayeke qanûnî ku bihêle kesên ku li Efrînê sûc kirine (Tirk yan jî Sûriyeyên ku hevkariya wan kirine) werin şopandin. Ji ber ku hindek sûc ji wan gihîştin asta sûcên li dijî mirovahiyê û pêwîste kesê ku sûc kirine radestî dadgehên cînayî yên navdewletî werin kirin.

7) Divê hemû şêniyên Efrînê ku ji ber hovîtî û bipêkirina dewleta Tirk a dagirker li werê xwe vegerin, hemû zehmetiyan li pêşiya şêniyan rakin, ewlehiya hemû rêyan were peydakirin, misogeriya ku destdirêjî li ser mal û milkên sivîlan nayê kirin, hemû mayîn werin rakirin da ku şêniyên Efrînê karibin aborî û civaka xwe biçespînin û karûbarên xwe bi rê ve bibin.

8) Bang li hemû deste û saziyên navdewletî yên peywendîdar were kirin da ku hemû pêwîstiyên jiyanî, aborî û mirovahî ji bajarê Efrînê, gundewarên wê û şêniyên wê yên neçarî koçberiyê bûne were peydakirin û alîkariya wan di peydakirina hemû pêwîstiyan de were kirin.

9) Divê karekî gelêrî û mafî ji bo hemû pêkhateyên resen ên Efrînê ji bo li dijî zor û zehmetiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ku şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê kirin, îşkencekirin û qirkirina entîk pêk tînin, were kirin. Her wiha bi tundî li dijî hemû bipêkirinên ku demografiya herêmê diguhêrin ku armanca wan berjewendiyên îrqî û nêjadî li dijî şêniyên Efrînê ku bi awayekê hevbeş dijîn, bisekinin.