Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

‘’Fikrên Rêber APO tekoşîna PKK’ê gihande van rojan’’

‘’Ez dibijim  wê tekoşîna PKK’ê û fikrê Rêber APO hemû gelên bindest û azadîxwaz ji zordariyê rizgar bike û bibe serkeftinê.’’

Bavê du şehîdan Nûrî Ebûbekir ku bi navê Bavê Sarya tê naskirin û demeke dirêj e di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cih digire, ji ANF'ê re qala girîngî û rola PKK'ê ya li Rojhilata Navîn kir.

Nûrî Ebûbekir ku binavê Bavê Sarya tê naskirin, li ser rola PKK’ê ya li qada navnetewî wiha got; ‘Ji dîrokê haya niha PKK li her derê û ji bo her gelan bû wek sembola aştî û azadiyê. Ev sembol ne tenê ji bo gelê Kurd bû, di heman demê de ji bo hemû gelên bindest û demokratxwaz bû. PKK’ê li her derê bi tekoşîna ku bi fikrên Rêber APO dayî meşandin xwe li her qadê rêxistinî ki û ev rêxistinî ji bo gelan bû semboleke navnetewî, hîna jî ev tekoşîn berdewam dike.’’

TÊKOŞÎNA PKK’Ê LI ROJHILATA NAVÎN BINGEHÊ ŞOREŞÊ AVA KIR

Babê Sarya li ser rola PKK’ê di Rojhilata Navîn de wiha got; ‘PKK li Rojhilata Navîn bingehekE azadiyê, Ya ku tu kesî nekarî ava bike, ji nû da avakirin. Ji ber  fikrê ku PKK’ê li Rojhilata Navîn dayî bi rê ve birî fikrê tekoşîn û berxwedanê ye. Ev fikrê tekoşîn û berxwedanê jî yê ku li ser bîrdozî û felsefeya Rêber APO ye. Tevî gelên Rojhilata Navîn, hemû gelên cîhanê ji vî fikra tekoşînê pir bandor bûn. Ji ber ku ev fikir niha li rojavayê Kurdistanê bi dehan berhem û destkeftiyên dîrokî hatin avakirin. Di Rojhilata Navîn de tekoşîna PKK’ê bû bingehek yê şoreşa nû. Ez dikarim wek mînak şoreşa rojavayê Kurdistanê bidim, ji ber ku şoreşa rojavayê Kurdistanê bingehê tekoşîna 40 salî ya PKK’ê ye.’’

PKK HÊVIYA GELAN E

Bavê Sarya di dawiya axaftina xwe de wiha got;’’ Li tevahiya cîhanê û li Rojhilata Navîn PKK ji bo hemû gelan bû hêviyek, bi taybetî jî ji bo gelên bindest. Ji bo ku gelên bindest û tevahî gelên cîhanê bi awayekî azad û bi fikrekî azad bijîn divê  bibin xwediyê fikir û tekoşîna ku niha PKK li her çar parçeyên Kurdistanê dide. Ji ber vê yekê jî ez dibijim   wê tekoşîna PKK’ê û fikrê Rêber APO hemû gelên bindest û azadîxwaz ji zordariyê rizgar bike û bibe serkeftinê.’’