Fermandariya Giştî ya YPG’ê şehîdên Qerçoxê bibîr anîn

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê şervanên xwe yên di 25’ê Nîsana 2017’an di encama bomberdûmana artêşa Tirk de şehîd bûbûn, bibîr anî.

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Şehîdên YPG/YPJ’ê yên di encama êrîşa balafiran ên artêşa Tirk a dagirker a li ser Qereçoxê ya sala 2017’an de şehîd bûbûn, bibîr anî.

YPG’ê got: “Em careke din rêhevalên xwe yên ku di 25’ê Nîsana 2017’an de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin. Em careke din diyar dikin ku em ê paşerojek azad bi serkeftinan ve dagirtî diyarî gelê xwe bikin.”
Fermandariya YPG’ê diyar kir ku pêşketinên mezin yên şoreşgerî yên li Bakurê Sûrî û Rojavayê Kurdistan destkeftiyên mezin derxistin holê û mizginiyabi dawîkirina terora DAÎŞ’ê da dinyayê.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di dewama daxuyaniyê de ev tişt got: “Ev serkeftina dîrokî ya ku bi Newroza 2019’an destpê kir, di bi serkeftina Dêre Zorê re ji hemû mirovahiyê re hate diyarîkirin. Du sal beriya niha, di dîroka 25’ê Nîsan 2017’an de ji alî dewleta Tirk a dagirker ve li hember çiyayê Qereçox a ser bi bajarê Dêrikê ve êrîşek hat pêkanîn. Di van êrîşan de 20 şervanên YPG û YPJ şehîd ketin û dewleta dagirker xwest ku pêşketina me ya li Reqa ya li hember DAÎŞ asteng bike. Dewleta dagirker her tim pêwendiyên xwe yên bi DAÎŞ’ê re parastiye û ji bo ku ev teror bibe belaya serê cîhanê her tişt kiriye.

Îro gelê Kurdistan û gelê Sûriyê bi berdêlên mezin û bi armanca avakirina jiyana hevpar û demokratîk, bi sedan keç û lawên xwe feda kirine. Di encama van berdelên de DAÎŞ di herêmê de di warê fîzîkî de hatiye tinekirin û têkoşîna me derbasî qonaxeke nû bûye. Di armanca êrîşên dewleta dagirker ya li dijî çiyayê Qereçoxê de jî lewazkirina vê hêza hevbeş ya têkoşînê û astengkirina van pêşketinan hebû. Îro em weke YPG û YPJ çawa li hember her êrîşê bi şereke berxwedanê ya mezin bersiv didin, ji bo bîranîna hevalên me Ristem Zêdan, Jiyan Amed, Heqî Bagok û Nûda Gulbihar em bi dawîkirina terora DAÎŞ bersiv didin. Wê têkoşîna me hîn jî xurtir bibe û bidome. Her êrîşeke faşîzan, her ji kûder tê bila were, wê bi şereke berxwedanê ya mezin were bersivandin.

Em careke din rêhevalên xwe yên ku di 25’ê Nîsana 2017’an de şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin. Em careke din diyar dikin ku em ê paşerojek azad bi serkeftinan ve dagirtî diyarî gelê xwe bikin.”