Fermandarê QSD'ê: DAÎŞ li ser sînorê Sûriye-Iraqê asê maye

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Îsmaîl Ebdullah destnîşan kir ku sînorê Iraq-Sûriyeyê wê ji çeteyên DAÎŞ'ê bê paqijkirin.

Ji Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Îsmaîl Ebdullah li ser qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ji ANHA'yê re axivî û diyar kir, ku ji 1'ê Gulanê û vir ve wan qadek ji 21 kîlometreyî ji çeteyan paqij kirine.

Ebdullah destnîşan kir ku şervanên QSD'ê li rojhilatê Çemê Firatê û li gundê Baxozê dor li çeteyên DAÎŞ'ê girtine û got, "Gundê Baxozê cihekî stratejîk e û li ser rêya navçeya Hecînê ye."

Fermandar Îsmaîl Ebdullah got, hêzên QSD û Iraqê bi rengekî koordîneyî li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin û ew sînorê her du welatan ji çeteyên DAÎŞ'ê diparêzin.

Ebdullah di dawiya axaftina xwe de diyar kir, heta ku herêmên rojhilat ên Çemê Firatê û sînorê Sûriye-Iraqê ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij bikin wê Pêngava Bagera Cizîrê bidome.