Fermandarê efsanewî yê PKK’ê Korkmaz li Qamişlo hate bibîranîn

Li Qamişloyê serfiraziya QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê hate pîrozkirin û fermandarê PKK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) hate bibîranîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan û şervanên YPG û YPJ’ê bi wesîleya Roja Qehremaniya Neteweyî ya ku di 21-28’ê Adarê de tê pîrozkirin, fermandarê efsanewî yê PKK’ê Mahsûm Korkmaz bi bîr anîn.

Merasîma bibîranînê li Goristana Şehîdan a Delîl Sarûxan hate lidarxistin. Bi sedan malbatên şehîdan û şervanên YPG û YPJ’ê tevlî merasîmê bûn.

Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên fermandar Mahsûm Korkmaz li qadê hatin daliqandin.

Piştî merasîma leşkerî ya şervanên YPG û YPJ’ê yek ji Fermandarê YPG’ê Delîl Cîraf Roja Qehremaniya Neteweyî li hemû gelê Kurd pîroz kir.

Fermandarê YPG’ê serkeftina QSD’ê jî pîroz kir û diyar kir ku ev serkeftin bi saya qehremaniya jin û mêrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye.

Cîraf diyar kir ku bi azadbûna fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê gelê Kurd bigihêje serkeftina xwe ya rastîn.

Piştî axaftinan merasîma bibîranînê bi sloganan bi dawî bû.