Fermandara YPJ'ê: Em ê bi roleke hîn mezintir rabin

Fermandara Giştî ya YPJ'ê Newroz Ehmed diyar kir ku êrîşên dagirker zêde bûne û di sala 2021’an de wê berxwedan jî zêde bibe. Newroz Ehmed got, "Çawa ku YPJ'ê di şerê dijî DAÎŞ'ê de pêşengî kir, dema bê jî wê bi roleke hîn mezintir rabe."

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehemd derbarê geşedanên leşkerî, siyasî û civakî yên di sala 2020’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye, derbarê têkoşîna YPJ’ê û serkeftinên wan ji ANF’e re axivî.

Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jin û gel êrîşên xwe yên dermirovahiyê zêde kiriye û got, “Ligel ku êrîş hate kirin jî, jin xwedî li îrade û azadiya xwe, li cewher, nirx û çanda xwe derket. Ev jî ji bo ku em têkoşîna xwe ya berxwedanê geş bikin wekî bangekê ye.”

Bi dagirkirina Efrînê tecawizî jinên li wê derê hate kirin. Di heman demê de girtin û kuştin jî didome. Berxwedan jî didome, hûn van êrîşên dagirker ên li vê derê çawa dinirxînin?

Wekî ku tê zanîn yek ji qada ku YPJ’ê xwe lê gelekî rêxistin kiriye, qada Efrînê ye. Di heman demê de jin dema li dora YPJ’ê xwe xurt dikin, tevlêbûna wan, afirandina îradeya xurt û tecrube, tevlêbûna jinan a li hemû qadan zêde kir. Li Efrînê li dijî êrîşên dagirker, bi pêşengiya jinan û bi taybetî jî di şexsê heval Avesta û Barîn de berxwedana ku hate kirin, helwesta fedaî û girêdayîbûna bi axê îfade kir. Xwedî vê fikrê bûn ku ji bo gel xwe feda bikin û bi berxwedanê dikarin azadiya xwe bi dest bixin. Bi van êrîşan re tê xwestin ku di şexsê jinan de îradeya civakê were şikestin.

Ji ber vê jî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi taybetî jin kir hedef. Him di dema şer de û him jî piştî wê bi awayekî sîstematîk li dijî jinan qetlîma, tacîz û tecawiz pêk hat. Di heman demê de di şexsê jinan de li ser civakê gefeke mezin kirin. Dewleta Tirk a dagirker her dem di şexsê jinan de bi taybetî dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne. Ji ber vê jî di şexsê jinên ku ji bo bidestxistina azadiya xwe li dora îrade û felsefeya azadiyê kom bûne, gelê Kurd dikin hedef.

Ev êrîşên di vê pêvajoyê de pêk hatin, dilê mirov diêşîne. Êrîşên hovane yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jin û gel dike, ji êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê xerabtir e. Ligel ku êrîş hate kirin jî, jin xwedî li îrade û azadiya xwe, li cewher, nirx û çanda xwe derket. Ev jî ji bo ku em têkoşîna xwe ya berxwedanê geş bikin wekî bangekê ye. Em hêzên YPJ’ê dema xwedî li îradeya gelan derdikevin a ku di şexsê jinan de derketiye holê û bi xebatên xwe em dixwazin jinan bikin xwedî fikr û raman. Ne bi tenê li Efrîn, li herêmên hatine dagirkirin û li qadên din jin wê çawa zêdetir xwe biparêzin? Ji ber ku li herêmên din ên hatine dagirkirin ev kirinên hovane pêk tê. Ne bi tenê li dijî jinên Kurd, li dijî hemû jinan ev tişt pêk tê. Ji ber vê jî peywira me ya sereke em bîrbûnê zêdetir bikin û xwedî li hêza rêxistinkirî ya jinan derkevin. Bi taybetî hêzên leşkerî divê em zêdetir xurt bin û tola ji van dagirkeran bistînin, ev peywir û berpirsyariya me ya sereke ye. Li hemû herêman li dijî êrîşên dagirker, di şexsê jinan de em dixwazin gelê xwe zêdetir biparêzin, wan rêxistin bikin û xwedî li jinan derkevin.

ROLA YPJ’Ê

Di konferansa 2’emîn a YPJ’ê de, di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku ‘Çawa ku YPJ ji bo qedandina DAÎŞ’ê roleke sereke wergirt û peywirên xwe bi cih anî. Li ser vî esasî me biryar daye ku em rola afirandina civaka azad, demokratîk û wekhev werbigirin’ Li ser vî esasî di warê civakî de di sala 2020’an de we xebatên çawa kirin? Hedefên we yên ji bo jinan çi ne?

Ev konferanseke gelekî girîng bû. Piştî konferansê bi taybetî ber bi dawiya salên 2019’an li dijî herêma me êrîşên dagirker zêde bûn. Wê demê hin derdoran dipirsî, “Binihêrin, va ye DAÎŞ qediya, êdî peywir û berpirsyariyên hêzên leşkerî çi ne?” Di konferansa me ya di wê serdemê de dihat meraqkirin ku êdî me çi bikin û gelo pêdivî bi hêzeke wisa ya leşkerî heye. Asta biryardariyê ya di wê demê de û bi êrîşên dagirker ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, derxist holê ku biryarên me rast in û di van meseleyan de divê em xwe zêdetir xurt bikin.

Di sala 2020’an de piştî êrîşên dagirker em ketin nav hewldana nirxandina encaman, sekinandina li ser encamê û di warê siyasî, îdeolojîk û leşkerî de em asta bîrbûnê geş bikin. Me hewl da di warê dîrokî de asta bîrbûnê derxe holê û bi pêş ve bibe. Di her alî de em bîrbûna zayendiyê geş bikin, bi tecrubeya di şer de derketiye holê, em qelsiyên xwe karibin çareser bikin. Me hewl da em hêza xwe ya heyî zêdetir bi rêxistin bikin, di warê şer de li dijî teknîka ku dewleta Tirk a dagirker ji NATO’yê werdigire û bi piştgiriya ji hêzên navneteweyî werdigire, em taktîkan geş bikin, ji nû ve ava bikin. Me hewl da em xwe biparêzin, derbeyê li wan bixin û karibin gelê xwe zêdetir biparêzin. Îsal di van waran de em giranî da xebatên perwerdehî û akademiyê.

Ji aliyê din ve jî gelekî girîng bû ku hêza me ya leşkerî karibe vê bîrbûnê bi pêş bixe, bi civakê re par ve bike. Bi taybetî bi êrîşên dagirker re, derket holê ku divê jin çawa xwe bi rêxisin bikin û çawa xwe biparêzin. Di vî warî de jin di serî de, me gel perwerde kir. Di nav civakê de fikr û ramana li dijî êrîşan divê çima xwe biparêze derket holê. Ji ber vê jî daxwaz xurt bû ku li dora hêzên leşkerî kom bibin. Ji ber vê jî îsal peywir û berpirsyariyên me zêde bûn. Heta ku ji destê me hat, me xwest bi xwedî li van daxwaz û peywiran derkevin û divê em van peywir û berpirsyariyên xwe jî bidomînin. Va ye sal dike biqede, lê peywir û berpirsyariyên me neqediyane. Astek derketiye holê divê di sala pêş de em vî tiştî bêtir xurt bikin. Ji ber ku êrîşên dagirker û gefên li ser herêma me zêdetir dibe. Hêzên YPJ’ê çawa di pêvajoya borî de li dijî DAÎŞ’ê em bûn xwedî pêşengtiyeke mezin, rol û mîsyonê, em ê di pêvajoya pêş de jî roleke zêdetir werbigirin.

VEGUHERÎNA CIVAKÎ

Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan pêk hat. Dema hûn sala 2020’an binirxînin, beşdarî û veguherîna jinên ciwan çawa bû? Jinên ciwan ên tevlî nav refên we dibe, di nav malbat û civaka wan de guherîn û veguherînên çawa pêk tê?

Ne bi tenê li qada şer di qada leşkerî de jî, ruhê fedaî yê hêzên YPJ’ê, girêdana wê ya bi nirxan û pêşengiya wan, di van qada civakî de jî guherîneke mezin pêk anî. Me ev tişt bi awayekî şênber dît. Gelê Kurd di serî de, di nav civakên din ên li herêmê tevlêbûneke mezin ava kir. Di nav civakê de ev fikr û raman derket holê ku heke tu dixwazî bijî divê tu bi rêxistin û parastinê vî tiştî pêk bîne. Rast e, geşedanên mezin jî derketin holê. Ji bo mîsogeriya destkeftiyên bi şoreşê re derketine holê, parastina van derfetan di nav gel de hayjêbûnek çêbû. Bi taybetî di êrîşan de yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, bi êrîşên dagirker re ciwan di serî de, di van civakê de ev hayjêbûn çêbû.

Guherîn û veguherîna di jinê de pêk hat, di nav beşên din ên civakê de jî bandorek çêkir. Me hewl da malbatên ku keçên wan tevlî nav refên YPJ’ê bûne, em zêdetir wan xurt û perwerde bikin. Vî tiştî jî kir ku di nav civakê de guherîn û veguherîneke mezin pêk were. Ev jî diyar dike ku peywir û berpirsyariyên me YPJ’ê zêde dibe. Ji bo ku em ji bendewariyên gelên wekî Ereb, Siryan û Ermen ên li herêmê re bibin bersiv, geşkirina şoreşeke civakî û parastina li dijî van êrîşan, peywira me ya sereke ye. Wekî ku me jî diyar kir, di civakê de guherîneke mezin pêk hat. Hema bibêjin hemû jinên tevlî nav qadên siyasî, zanistî û rêveberiyê bûne, hemû jî dibêjin ‘Me ev hêz ji YPJ’ê stend’. Ev jî rastiyekê derdixe holê û bandoreke wisa afirand.