Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî der barê êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên SMO’yê ku piştgiriya wan dike, yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.
Ferhat Şamî pirsên Ronahî TV’yê bersivandin û got: “Pevçûnên diqewimin ne tenê di navbera du hêzan de pêk tên. Rast e, niha du hêz di nav pevçûnê da ne; li aliyekê QSD û li aliyê din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê hene. Êrîşên tên kirin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser gelên li herêmê dijîn tên kirin. Ev êrîş li dijî Kurd, Xirîstiyan, Ereb û hemû gelên di nav Rêberiya Xweser de dijîn tên kirin. Li gelek cihan pevçûnên dijwar hene. Tirkiye dixwaze pêvajoya ku piştî êrîşa El Nûsrayê ya ser Helebê dest pê kir, ji xwe re bike derfetek. Ji bo vê yekê çeteyên xwe xistin dewrê. Di vê demê de ku çavê her kesî li ser Şamê bû, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser.”
‘BERXWEDANEKE BÊHEMPA TÊ NÎŞANDAN’
Ferhad Şamî da zanîn ku li Qereqozaq, Teşrîn û Dêr Hafira li Helebê ku dikevin bakurê Kobanê, êrîş dijwar bûne û got: “Ev sê roj in êrîşên gelek giran rû didin. Bi çekên giran û dronan êrîş tên kirin. Di êrîşan de bi hezaran çete hene. Lê belê tevî van hemûyan şervanên QSD'ê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Êrîşên ji pireya Qereqozaqê dihatin kirin hatin şikênandin. Şervanên QSD'ê niha hewl didin herêmê bi temamî paqij bikin. Li bendava Teşrînê jî êrîş hatin şikeştin. Niha ji ber ku çete reviyane li herêmê pevçûnek tune ye. Êrîşên duh li Dêr Hafira Helebê dest pê kiribûn îro jî dom kirin. Bersiva çeteyên ku hewl didan bikevin herêmê hat dayîn û 3 çete hatin kuştin û çekên wan hatin girtin. Şervanên QSD'ê bi canê xwe hebûna gelên xwe diparêzin. Ev qehremaniyeke bêhempa ye. Heger ev berdêlên me yên mezin û rêxistinbûna me nebûya, niha dê qetlîameke wekî ya HTŞ'ê li ser herêmên Elewiyan pêk anî, dê li dijî me bihata kirin."
'DI ROJÊN PÊŞIYA ME DE EM Ê DAXUYANIYÊ BIDIN'
Ferhad Şamî diyar kir ku ew ê der barê Minbicê de di rojên pêş de daxuyaniyan bidin û wiha got: "Ne rast e ku niha hin agahiyên leşkerî bên parvekirin, divê ev agahî ji aliyê tu kesî ve neyên zanîn. Helbet em ê der barê Minbicê de daxuyaniyên berfireh bidin. Ji ber ewlehiya şervanên xwe em nikarin her tiştî parve bikin."
Ferhad Şamî bal kişand ser qetlîamên hêzên paramîlîter yên girêdayî Tirkiyeyû û HTŞ'ê yên piştî hilweşîna rejîma Baasê û got: "Niha li her derî ev dîmen tên parvekirin. Mesele ne guherîna rejîmê ye. Niha li tevahiya Sûriyeyê kaosek heye. Nayê zanîn ku ev kaos dê kengî dawî bibe. Ji vîdeoyan tê dîtin ku kiryarên ku berê DAÎŞ'ê dikirin niha tên dubarekirin. Niha qirqirineke mezhebî tê kirin. Me berî niha hişyariya vê yekê kir. Bila gelê me li hember vê yekê hişyar be. Ev şerê man û nemanê ye. Divê piştî Şam, Hamûs, Lezqiye û Tartûsê her kes pêşketinan baş bişopîne. Divê tu kes xetayekê neke. Ya ku dê me bigihîne azadiyê berxwedana çaralî ya şervanên QSD'ê ye. Ji xeynî şervanên me tu kes ne xwedî hêz e ku vî gelî biparêze. Bi qasî eniya leşkerî ya vê berxwedanê, eniya dîplomasiyê jî heye. Da ku pêşî li qetlîaman bigirin xebatên dîplomasiyê hene. Em ê nehêlin dewleta Tirk a dagirker gelê me qetil bike."
'GUH BIDIN DAXUYANIYÊN FERMÎ'
Ferhat Şamî diyar kir ku divê kes ji agahiyên li ser medyaya dijîtal tên parvekirin bawer neke, hemû agahiyên ji xeynî daxuyaniyên fermî yên Rêveberiya Xweser û QSD'ê belav dibin xizmeta şerê taybet dikin. Agahiyên li ser medyaya dijîtal û medyaya nêzî desthilatê tên belavkirin xizmeta şerê derûnî yê taybet dikin. Ferhad Şamî wiha dewam kir: "Şerê taybet rehendeka bingehîn ya dagirkirinê ye. Heger lihevkirinek an jî hevdîtinek çêbibe ev dê bi awayekî fermî bê parvekirin. Bila çavê her kesî li ser QSD'ê be. Hêza herî paqij a Sûriyeyê QSD ye. Em dizanin ku di serî de kesên ku li Hûmûs, Hama, Lazqiye û Tartûsê dijîn her kesê ku derfetê bi dest dixe dixwaze were li herêmên di bin rêveberiya QSD'ê de bi cih bibe. Li Rêveberiya Xweser her kes bi awayekî wekhev û demokratîk bi hev re dijî. Li vir her kes rêzê li bawerî û neteweyên cuda digire. Kes kesî nakuje. Bila kes ji çeteyan hêvî neke. Her çeteyek gurek e, gur li şûna goştî giya naxwin. Bila her kes vê bizane.”