Hevseroka Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatma Omer ku sala 2014'an li Hesekê di şer de milekî wê jê bû, destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd civakek li ber mirinê jinûve anî ser xwe.
Fatma Omer ji ANF'ê re axivî û li ser tevlîbûna xwe ya li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd wiha axivî: "Li Rojava şerekî giran diqewimî. Di vê pêvajoya şer de hinekan berê xwe dan koçberiyê. Li şûna dest ji Rojavayê Kurdistanê berdim min biryar da ku şer bikim; lewma sala 2013'an beşdarî nava refên YPJ'ê bûm. Ji ber hezkirina ji xakê nedibû ku min dest ji Rojava berda. Yên ku êrişî welêt dikirin dixwestin mirov tune bikira, lewma hebûna mirovan di metirsiyê de bûn. Li hemberî vê yekê li şûna terikandina welêt, ya rast ew bû ku welat û neteweya xwe biparêze. Haya min ji vê rastiyê hebû."
BANDORA JI GERÎLAYÊN JIN
Fatma Omer bal kişand ser welatparêziya malbata xwe û rola malbata wê ya ji bo tevlîbûna li nava Tevgera Azadiyê bi bîr xist. Fatma Omer got, "Piştî ku Rêber Apo hate Rojava, malbata min bû Apoyî. Berê bi partiyên din ên Kurdan re tevdigeriya. Wê demê me bar kiribûn Şamê. Rêber Apo li Şamê bû û heval timî dihatin mala me. Hevala ku min destpêkê ew dît, gerîlayeke jin bû. Wê wextê ez gelekî biçûk bûm, lê belê gelekî bala min kişandibû ku jinek bi tena serê xwe li ser lingan disekine û derengiya şevê bi dizî tê mala me. Rejîm hingî xurt bû, eger bihata zevtkirin wê teqez bihata girtin. Haya heval jî ji vê hebû, lê tevî vê yekê jî bêtirs dihate gel me. Bi taybetî eleqeya xwe gelekî li ser zarokan bû. Timî bi me re diaxivî. Mînak, me pirtûkên Rêbertî li malê vedişart. Bi vî rengî me hev nas kir û bandoreke mezin li min kir. Wê demê gelekî bi wate bû ku jinekê rahiştibe çekekê, bi tena serê xwe tevdigere û di nava civakê de hêja tê dîtin."
MIN WATEYA JIYANÊ FÊHM KIR
Fatma Omer qala guhertina bi tevlîbûna wê re kir, "Beriya her tiştî min rastiya xwe, êşên gelê Kurd pê re rû bi rû dimînin û rastiya dîrokoî ya ku tunebûn lê tê ferzkirin, nas kir. Rastiya dîrokî ya ku kesî bi hêsanî qalê nedikir, parastina zimanê dayikê, watedayina vê yekê girîng bû. Bi taybetî weke jinekê min ev yek fêhm kir û bi pejirandina wê re jiyan hîn bêhtir bi wate kir. Bi Tevgera Azadiyê re min wateya jiyanê baştir fêhm kir."
GELÊ KURD JI NÛ VE VEJAND
Fatma Omer destnîşan kir ku bi pêngava Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd re gelê Kurd û Kurdistan ji nû ve hate vejandin û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd şoreşek pêk anî ku li hemû parçeyan û cîhanê belav bû. Şoreş ne tenê şoreşa gelê Kurd bû. Tevgera Azadiyê ya Kurd dikeve sala 50'î. Di nava 50'î salî de her roj berfireh dibe, nû dibe. Tevgera Azadiyê ya Kurd civakek li ber mirinê ji nû ve bi ser xwe ve anî."